Malbatên Şehîdan: Em li pişt QSD'ê ne
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) piştgiriya xwe ragihandin û li ser vê esasê tabûrek avakirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) piştgiriya xwe ragihandin û li ser vê esasê tabûrek avakirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo QSD`ê piştgiriya xwe ragihandin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li pişt hêza xwe ya parastinê bin û anîn ziman ku ew li ser vê bingehê tabûrek daye avakirin.
Daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Bihadîn ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:
"Di demên dawî de herêmên me rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî tên. Hêza me ya parastinê QSD bi berxwedana xwe serkeftinên dîrokî û destanan nivîsand. Em wek malbatên Şehîdan yên li Kontona Firatê, diyar dikin ku em ê her li pişt hêza xwe ya parastinê QSD bin. Ji bo parastina destkeftîyên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye bidestxistin biparêzin em ê li gel QSD'ê li hemberî dagirkeran berxwe bidin.
Îro em ji bo QSD'ê carekê din piştgiriya xwe radigihînin. Em van êrîşên hovanê şermezar dikin û em ê rê nedin k utu hêz destkeftiyên Şehîdan ji me bistîne. Li ser vê yekê em bang li hemû rayagiştiya cihanê dikin ku li hemberî vê hovîtiyê bisekînin .
Ji destpêka aloziya Sûriyê heta niha dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya çeteyan polîtîkayê dagirkirinê esas wergirt. Dewleta Tirk her xwest ku demografiya Kurdan biguherîne û gelê me neçarî koçberiyê bike.
Em berxwedana şervanên QSD'ê yê li Minbiç û Bendava Tişrînê didomînin silav dikin. Ev berxwedan dijmin têk bir û carekê din berxwêderiya gelê Kurd raber kir.
Bila dost û dijmin zanibin ku di van kêliyên dîrokî de em dev ji doza xwe bernadin. Em ê bi biryarin ku bi vîna gelan bigihîjin azadiyê.
Daxwaz û armanca gelên Sûriyê û pêkhateyên din wê bi li dora QSD'ê dîlana azadiyê girtinê re pêkan be.
Tekoşîna me ya 8 salan bi dehan car ev yek nîşanî me da. Em ê bi riya berxwedana QSD'ê xeyal û hêviyên gelên Sûriyêyê pêk bînin.
QSD'ê wê her tim bibe mertalê parastinê ya gelan. Ji ber vê em ê her tim bi QSD'ê re li hemberî gefên hûndir û derva berxwe bidin û her cure dagirkeriyê têk bibin."