Mazlûm Ebdî: Pêwîstiya me bi nexşerêyekê bi hikûmeta Şamê re heye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî anî ziman ku ew amade ne ku hêz û saziyên xwe di nava rêveberiya dewleta Sûriyeyê de bikin yek û got: "Ji bo bicihanîna van mijaran pêwîstiya me bi nexşeyeke rê heye ku bi rêveberiya Şamê re li hev bikin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew li ser bingeha wekheviya di nava Sûriyeyiyan de ji aliyê maf û erkên wan bêyî cudahî bi yekitiya Sûriye, xak û pêkhateyên gelê wê tevahî re ne.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: “Ji bo bersivdana hemû kesên ku me bi parçebûn û dabeşkirina Sûriyeyê tohmet dikin, em careke din diyar dikin ku em li gorî rêgezên xwe yên sabit tev digerin. Em, li gorî bingeha wekheviya di nava tevahî Sûriyeyiyan de di maf û erkên wan de bêyî cudahî, bi yekîtiya Sûriyeyê, xak û tevahî pêkhateyên gelê wê re ne. Em piştgiriya hikûmeta Şamê dikin û berfirehkirina rêveberiya dewleta Sûriyê pêşwazî dikin ku em ê bibin beşek li ser tevahî xaka welat.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku ew weke Sûriyeyiyan û li ser bingeha hevkarî ne jî kotayan, amade ne bi hemû hêz û saziyên xwe tev li saziyên dewletê bin û wiha got: “Dewlemendiyên binerd milkê tevahî Sûriyeyiyan in. Em amade ne van dewlemendiyan bixin bin çavdêriya hikûmeta Şamê da ku bi awayekî adilane, li gorî îstîqrar û bextewariya Sûriyeyiyan, belav bike. Ji bo pêkanîna van mijaran pêdivî bi nexşerêyekê heye ku em bi rêveberiya li Şamê re li ser li hev bikin. Da ku em gavên lezgîntir biavêjin.”