Hunermendê Kurd Bavê Teyar şehîd bû
Hunermendê Kurd Bavê Teyar ku di êrîşa dewleta Tirk de li Tişrînê birîndar bû, şehîd bû.
Hunermendê Kurd Bavê Teyar ku di êrîşa dewleta Tirk de li Tişrînê birîndar bû, şehîd bû.
Hunermendê Kurd Bavê Teyar ku li Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû, şehîd bû.
BAVÊ TEYAR KÎ YE?
Şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ku bi navê Bavê Teyar tê nasîn, di êrîşa (18’ê Çileyê) dewleta Tirk a duh a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûbû. Îro, danê nîvro de ji ber birîna xwe şehîd bû. Şanoger Bavê Teyar kesayetekî ji şanogerê Kurd û Kurdistanî bû û ji zêdetirî 30 salî ve xizmetî şanogeriya Kurdî dike.
Cuma Xelîl Îbrahîm ê li tevahî Kurdistanê bi Bavê Teyar tê nasîn, di sala 1957’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Di şanogeriya Kurdî de xwedî xebatekî dirêj e. Ji salên 1990’î heta roja îro bi sedan şano çêkirine. Di şanoyên xwe de ruhê welatparêzî, parastina welat û dozê dide pêş. Bavê girtiya di girtîgehên dewleta Tirk de ye û birayê şehîdekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye.
Di roja înê (17’ê Çileyê de) de tevî komeke heval û hevrêyên xwe ji bo tevlî çalakiya nobetê bibin, berê xwe dabû Bendava Tişrînê. Bavê Teyar gotibû çûna li ser Bendava Tişrînê têkoşînek e. Bavê Teyar di oxira doza tevahî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya.
Di dema li Bendava Tişrînê, moralê welatiyan bilind dikir û di axaftina xwe ya ji ragihandinê re gotibû ku Bendava Tişrînê bendava berxwedanê ye.