Rojnamevanên ku serî netewandin rastî şîdeta polîsan hatin

Rojnamevanên hatine binçavkirin Welat Ekîncî û Ahmet Guneş, ji ber ku serê xwe netewandin rastî şîdeta polîsan hatin.

Di nav çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de di 17’ê Çileyê de, rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn, Vedat Oruş û Reyhan Hacioglû di encama operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û ji bo îfadedayînê sewqî edliyeyê kirin.

Îfadeyên rojnamevanên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin didomin. Hat zanîn ku rojnamevan Welat Ekîn û Ahmet Guneş rastî şîdeta polîsan hatine. Dema ku Ekîn û Guneş ji Midûriyeta Emniyeta Stenbolê anîne Dadgeha Stenbolê polîsan xwestiye serê wan bitewînin. Rojnamevanên ku parêzerên xwe agahdar kirin, anîn ziman ku ji ber ku serê xwe netewandine rastî şîdeta polîsan hatine.