Ji Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Birêveberê Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derve ya Elmanya Tobias Tunkel di civîna li gel Fermandariya Giştî ya QSD’ê de ragihand ku bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyê maf û berjewendiyên Kurdên Sûriyê herî baş dikarin bên parastin.

Birêveberê Rojhilata Jêrîn û Navîn û yê Bakurê Efrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn re hevdîtin kir.

Tobias Tunkel li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek weşand û got: “Dikare maf û berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bi awayekî baştirîn bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî li gel Şamê were sazkirin.

Dozên lezgîn dikarin bi rêya peywendiyên yekser di navbera Fermandariya QSD û HTŞˋê de werin çareserkirin. Her wiha me hewldanên berdewam ên hevbeş ên dijî DAÎŞˋê jî nîqaş kirin."