Cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, li Enqereyê hate protestokirin

Meclîsa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê, li ber Balyozxaneya Îranê cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn protesto kir.

Meclîsa Jinan a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ber Balyozxaneya Îranê cezayê îdamê yê li Rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn, protesto kirin.

Hevseroka Enqereyê ya DEM Partiyê Tatligul Gul got, dewleta Îranê bi rengekî derhiqûqî cezayê îdamê li jinan dibire û bi vî rengî sûc dike.

Tatligul Gul destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî destkeftiyên jinan êrîş dewam dikin û got, “Ev êrîş ne tenê li dijî jinên li Rojava, li dijî têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê gefek e.”

Tatligul Gul ragihand ku divê cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, demildest bê rakirin û divê dawî li sûcên li hemberî jinan tên kirin, were. Gul ev tişt jî got, “Em ê li dijî êşkenceyên li Girtîgeha Evînê, li hemû cîhanê dengê xwe bilind bikin.”

Gul anî ziman ku cezayê îdamê sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, “Pexşan Ezîzî divê demildest were berdan. Bêdengiya li hemberî cezayê îdamê jî sûc e.”