Serokwezîr François Bayrou got, “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi rêya bi destxistina dolar, polîtîkaya pîşesaziyê, hemû lêkolîn û razemeniyan, biryara polîtîkayeke otorîter da.”
Bayrou ev hişyarî da: “Eger em tiştekî nekin, em ê bên çewisandin û marjînalkirin.” Serokwezîrê Fransayê anî ziman ku yekane biryara ku Fransî û Ewropayî bidin, ‘hatina ba hev e’.
WEZÎRÊ KARÊN DERVE: QANÛNA KESÊN XWEDÎ HÊZ, DÎSA VEGERÎ
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî daxuyanî da BFMTV/RMC’ê û diyar kir ku Donald Trump dest bi wezîfeyê kiriye. Barrot got, “Ji bo pêşxistina peywendiyan, eleqeya me heye. Lê belê cîhan guheriye û qanûna kesên herî bi hêz, dîsa vegeriya.”
Wezîr wiha got: “Fransa divê her tim û li her derê berjewendiyên xwe biparêze. Yekîtiya Ewropayê jî divê xwe nîşan bide.”
Barrot ev tişt jî got: “Îro (Ewropa) divê hêza xwe ne ji bo êrîşê, ji bo parastina xwe bi kar bîne. Ji bo vê yekê jî divê em xurt bin.”
Barrot diyar kir ku Fransa ji bo xwe ji van guhertinan re amade bike, budçeya artêşê duqat zêde kiriye û got, ew dixwazin budçeya Ewropayê jî duqat were zêdekirin.