Qamişlo: YPJ ji bo rizgarkirina jinên Êzidî li eniyên pêş in

Berxwedana şervanên YPJ’ê yên li eniya pêş ên Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin bê navber dewam e. Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo diyar ku armanca wan a sereke rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên ketine lepên DAÎŞ’ê ne.

Berxwedana şervanên YPJ’ê ya di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ li Dêra Zor bi taybet li Baxozê dewam dike. Rojan e şervanên YPJ’ê bi sedan jin û zarokan rizgar dike. Di nava van kesên tên rizgarkirin de zarok û jinên Êzidî yên di sala 2014’an de li Şengalê hatibûn girtin, hene.

Fermandara YPJ'ê Aryen Qamişlo tevlîbûna şervanên YPJ’ê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ û rizgarkirina sivîl û bi tabet jin û zarokên Êzidî ji ANF’ê re nirxand.

‘SIVÎL TÊN RIZGARKIRIN, DAÎŞ'Î XWE RADEST DIKIN’

‘Şerê Tinekirina DAÎŞ’ êdî ber ber bi dawî ve diçe, rojane jin û zarokên Êzîdî tên rizgarkirin. Di va hefteya bihûrî de zêdeyî 7 hezar sivîl, malbatên DAÎŞ’ê û DAÎŞ’î ji Baxozê derketine û xwe radestî şervanên QSD'ê kirine. 

‘ARMANCA ME RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ NE’

Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo bal dikişÎNE ser rizgarkirina sivîlan û bi taybet jin û zarokên Êzidî yên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê û wiha got: “Ji bo me YPJ’ê ev têkoşîn pir girîng e, ji ber ku em jin û zarokên Êzidî rizgar dikin. Hê jî jinên Êzidî li Baxozê mane. 

‘DAÎŞ ZILM LI JINÊN ÊZIDÎ DIKIR’

Qamişlo diyar kir ku her jineke Êzidî ya tê rizgarkirin xwedî çîrokeke biêş a ji destê çeteyên DAÎŞ’ê kişandî heye. Qamişlo got: “Jineke Êzidî ku duh hate rizgarkirin, dema çîroka xwe tîne ziman, diyar dike ku deh carî hatiye zewicandin. Her wiha ziman, çand û ola wê lê dabû jibîrkirin.

‘JINÊN HATIN RIZGARKIRIN TEVLÎ YPJ’Ê DIBIN’

Fermandar Aryen Qamişlo diyar kir ku piştî YPJ’ê li herêmê rizgarkirin bandorekî mezin li jinên herêmê kirine û wiha pê de çû: “Piştî ku herêm hate rizgarkirin û şûnde, ji ber bandora şervanên me gelek jinên herêmê tevlî refên YPJ’ê bûn û li dijî DAÎŞ’ê li Baxozê şer dikin.”

‘ROJÊN PÊŞ DAWIYA DAÎŞ’Ê TÊN’

Herî dawî Qamişlo diyar kir ku kêm sivîl mane di destê çeteyên DAÎŞ’ê de û wan sivîlan wek mertalên zindî bikar tîne. Aryen da xuyakirin ku çete ji vê hesasyet wan a nêzîkbûna sivîlan derfetê dibîne û emrê xwe dirêj dike. Aryen got: “Rojê pêş wê ev devera mayî di destê DAÎŞ’ê de jî bê rizgarkirin.”