PYD: Serhildana Qamişlo şoreş anî

PYD'ê diyar kir Serhildana Qamişlo bû hîmê şoreşa demokratîk a Sûriyê û Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê û got, ''Divê dev ji hişmendiya 2004'an biqerin.''

Ji bo salvegera 16`an a Serhildana Qamişlo  Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya PYD`ê wiha ye:

"12’ê Adara 2020`an 16 sal di ser Serhildana Qamişlo re derbas dibe, piştî ku li tîma Cîhadê reşandin serhildan çêbû û gelek ciwan şehîd bûn.  Rejîma Baasê siyaseta çewisandin, dûrxistin û înkarê li dijî gelên Kurd dida meşandin û serhildan li dijî vê yekê derket.

Li şûna ku desthilat lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze, hîn zêdetir gule li xwepêşandêran reşandin, di encamê de hejmara şehîd û birîndaran zêdetir bû.

Lê kuştin û destgîrkirna bi hezaran keseên ji gelên me, her wiha talankirn, wêrankirin û diziya mal û milkên Kurdan, ku kesên bê îrade bi fermana saziyên ewlekariyê pêk anîn, vîna gel neşikand. Serhildan li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, heta bi texên Kurdan ên li bajarê Helebê û Şamê belav bû. Gelên me tirs û xofa xwe şikandin. 12’ê Adarê wekî bingeha şoreşa demokratîk a li Sûriyê û bingeheke girîng a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lewma îro mînaka guhartina Sûriyê ye, li gel vê yekê projeya yekitiya pêkhateyan û hevgirtina wan encama têkbirina nakokiyên desthilata ewlehiyê 2024`an hewl didan derxin û hîn jî heta roja îro berdewam e.

Heke partiya me salvegera şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr tîne, ev têrê dike ku rejîm di şikandina vîna gel de bi bin ket, her wiha di siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe jî bi bin ket, ev jî di projeya neteweya demoratîk û Rêveberiya Xweser a Demoratîk de xuya dibe, ji ber nûnerên pêkhateyên Sûriyê, ji Kurdan bigire û heta bi Suryan, Ereb, Asûr, Ermenan, Tirkmenan û Şîşaniyan derkeve cihê xwe di nava projeyê de digirin û li dijî rêxistinên tundrew disekinin. Di heman demê ew ê gelên me şopdarên van bingehên rêveberiya hevbeş bin û parastina destkeftiyan bin, ku bi şehîdan hatine bidestxistin.

Li ser vî esasî partiya me bi armanca çareseriya doza Kurdî û çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê domdar bi hêzên demokratîk re di nava danûstandinan de be û diyalogên Sûrî-Sûrî pêş bixîne. Li gel vê yekê divê rejîm ne wekî hişmendiya 2004`an û heta niha nêzîk bibe, rewşa Sûriyê di ber çavcan re derbas bike, bi Rêveberiya Xweser e diyalogan pêş bixîne. Çareseriya doza Kurdî beşekî girîng ji çareseriya giştî ya Sûriyê bibîne rastî jî Sûriya di guhatineke rastî re derbas dibe û  da ku Sûriyeke nenavendî, pirrengî ava bike divê aramiyê misoger bike. Di heman demê de ji erkên sereke yên partiyê ku îro bi hemû derfet û hêza xwe herêmên dewleta Tirk û çeteyên xwe dagirkirine, rizgar bikin û koçberan vegerînin malên wan.

Şehîd namirin, bijî azadî û bijî şehîdên Serhildana Qamişlo.”