PYD’ê li Qamişlo foruma ‘Şoreşa Rojava’ çêkir

PYD’ê ji bo salvegera Şoreşa Rojava li Qamişlo forumek çêkir.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi çarçoweya pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşma ‘’19’ê Tîrmehê şoreşa azadiyê û guherîna demokratîk e’’ forumek çêkir. Li forumê ya li Hêwana Zana ya Qamişlo nûnerên partiyên siyasî û gel hazir bû.

‘’GEL DI NAV RÊVEBERÊN XWESER DE CIH GIRT’

Şêwirmednê Hevseroktiya PYD’ê Ciwan Mistefa bi sernavê siyaset û civakê axivî û got gel ji bo ku hişmendiya serwer hilweşînin û rêya azadiyê vekin pêdiviya wan bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê heye. Mistefa got bi şoreşa li ser neteweya demokratîk gel di rêveberiyên xweser de cihê xwe girtin.

 ‘ŞOREŞÊ NASNAMEYA AZAD AVA KIR’

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî got Kurd beriya şoreşê li rast siyaeta îmha û înkarê hatibûn û bi şoreşê re Kurd bûne xwedî nasnameya azad.

 ‘BI BERXWEDANA HEVPAR AZADÎ PÊK HAT’

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd ku bi sernavê parastin û xweparstinê axivî got, ji bo parastina rewa û yekîneyên parastina civakê werin avakirin, bi şoreşê re wan zêde xebat kirine. Mehmûd got hêzên leşkerî yên ku hatin avakirin hemû gelên herêmê hembêz kirine û got, bi berxwedana hevpar a gelên Bakurê Sûriyê ji dagirkeran hatiye rizgarkirin. Mehmûd li ser geşedanên li Efrînê jî got li dijî dagirkeran wê berxwedan bidome.

‘JINAN TÊKOŞÎNA DIJÎ HIŞMENDYA ZILAMSERWER GEŞ KIR’

Endama Meclîsa PYD’ê Welîda Hesen bal kişande ser rista ciwan û jinan a di şoreşê dde û got, şoreş bi pêşengiya jinan pêk hatiye, bi pêşengiya jiyan destkeftiyên mezin çêbûne. Hesen got jin bi şoreşê re têkoşîna dijî hişmendiya zilamserwer têkoşîn geş kirine.