‘Piştî serketina QSD’ê di pêvajoyeke nû de ne’

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di Komxebata Eşîrên Sûriyeyê de axivî, spasiyên xwe pêşkêşî eşîrên li gel QSD’ê cih girtin kir û destnîşan kir ku bi saya alîkariya wan serketin bi dest x istine.

Piştî axaftina Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî axivî û bal kişand ser serkeftinên ku QSD`ê bi hevkariya êlan û pêkhateyên herêmê bi dest xistine.

Di destpêka axaftina xwe de, Mezlûm Ebdî xêrhatina beşdarvanan kir û spasdariyên xwe pêşkêşî eşîran kir ku cih li gel QSD’ê gitine, diyar kir ku ne bi alîkariya wan ba wê seketin nehatiba bidestxistin.

Ebdî wiha dewam kir: “Gelê me li Minbic, Reqa û herêmên Dêra Zorê ku bixêrhatin hêzên me kirin û destek dane me û li rex me sekînin heta pêkanîna serkeftinê. Em ê jî li ser soza xwe bin û çawa me ew rizgar kirin, em ê biparêzin jî.”

Ebdî got: “Welatparêzî tê wateya hezkirina welat, hezkirina welat jî ne bi gotinên xweş û dirûşmeyan e, welatparêzî û hezkirina welat bi rêya pêkêşkirina berdêlan e û parastina welat e, ev jî hêzên me pêşkêş kir.”

Mezlûm Ebdî wiha pêde çû: “Di destpêka aloziya Sûriyê de, saziyên leşkerî yên girêdayî rejîmê bi erka xwe ya parastina van herêman ranebû û ew ne li gorî hêviyên gelê xwe derketin û gel hîştin nava pençên destwerdana derve û komên terorîst. Ev jî yek ji sedemên sereke bû ku ciwanên Kurd li rex pêkhateyên din, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) damezrînin.”

Fermandarê Giştî yê QSD`ê bi berdewamî got: “Piştî damezrnadina QSD`ê, hemû komên welatparêz û komên li Humis, Idlib, Hema û ciwanên Girê Spî, Minbicê, Reqa û welatparêzên ji parêzgehên din tevlî nava Hêzên Sûriyê Demokratîk bûn.”

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku di şerên ku QSD`ê bi rê ve birin, xwîna 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar ji ciwanên Kurd, Ereb, Turkmen, Suryan, Aşûr, Çerkes û Ermen tevlîhev bû û ev yek jî hêmana sereke ya serkeftinê bû.

Ebdî got: “QSD`ê ku tekane saziya leşkerî ya welatparêz li Sûriyê ku dûrî tayîfiyet û nîjadperestî ket, nûnertiya pêşaroja Sûriyê dike. Ji ber vê yekê em ji vir dibêjin ku mafê tu kesî tune ye ku li ser Hêzên Sûriya Demokratîk welatparêziyan bike.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê destnîşan kir ku terorîstên ji hemû cîhanê bûne yek û li Sûriyê kom bûn, hebûna Hêzên Koalîsyona Navdewletî û hêzên Rûs li herêmê roleke erênî di şerê li dijî terorê de lîst.

Ebdî anî ziman ku li Efrîn, Idlib, Bab û Cerablûsê yên dagirkirî hebûna hêzên koalîsyonê û Rûsya pêwîst e û got: "DAIŞ hîna li herêmê bi dawî nebûye, lewra hebûna hêzên navdewletî ji bo parastina gelê me ji terorê ye pêwîst e, heta tevahî herêmên Sûriyê ji terorê bîne rizgarkirin."

Mezlûm Ebdî bal kişand ser nêrîna QSD‘ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û wiha domand: "Hêzên me banga yekîtiya xaka Sûriyeyê dike, em bi danûstandinên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê bawer in. Em teqez dikin ku ne mumkine herêmê vegere mîna rewşên beriya salan 2011‘an. Em teqez dikin ku bêyî lihevkirinê çareserî ne pêkan e. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê em amade ne bi rejîmê re diyalogan pêk bînin."

Her wiha diyar kir ku; "Heger di desturê de îtîraf bi mafên gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a ku xizmeta pêkhateyên herêmê dike, neyê kirin ne mumkine Sûriyeke demokratîk were avakirin. Divê QSD‘ê û rola wê ya di parastina herêmê de ku gelek dever rizgarkirin di pêşerojê de were qebûlkirin."

Mezlûm Ebdî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku danûstandinên ne yekser bi rêya hevkaran bi dewleta Tirk re hene û teqez kir ku ew amade ne danûstandinan bikin û pirsgirêkên heyî bi rêya danûstandina û bi rêyên aştiyane “Bi şertan” çareser bikin û wiha deam kir: “Em amade ne ku li daxwazên dewleta Tirk ên li sînor binêrin.” Di heman demê de Ebdî ji dewleta Tirk xwest ku destwerdana karûbarên Sûriyê neke û ji serweriya dewleta Sûriyê rêzdar be.

Ebdî got: "Dewleta Tirk heger çareseriyê bixwaze bila Efrîn li xelkên wê re vegerîne, heger xelkên Efrînê venegerin war û nava xwezaya xwe em nikarin bighêjin çareseriyê."

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê got: "QSD‘ê li pêşberî pêvajoyeek nû ye, bi taybet piştî serkeftinên wê yên li dijî terorê, lê hîna gelek mijar girêdayî ewlehiyê ji me tê xwestin, ji ber ku xeteriya çeteyên DAÎŞ‘ê hîna li ser rêveberiya me, saziyên me û kesayetên civakî heye, em ê şerê wan bikin heta bi temamî tune bikin. Dema me heye ku ev zehmetî û pirsgirêkan derbas bikin, beriya niha jî em li hemberî hemû keleman sekinîn û li dijî DAÎŞ bi ser ketin. Dîsa dibêjin çawa me hevgirtina xwe ya sivîl û leşkerî çêkir, divê em vê hevgirtina xwe xurtir bikin da ku pirsgirêkên nû çareser bikin."

Ebdî di dawiya axaftina xwe de bang li eşîreyên herêmê kir ku desteka manewî ji bo QSD‘ê dewam bikin û ev destekdayîn wekî bingeha serkeftinê bi nav kir û got: "Em li hemberî teororê bi serketin, me DAÎŞ di aliyê leşkerî de şikand, em ê di pêvajoya bê de bi ser bikevin, serkeftin dê para me be."