Xefika 'asayîbûnê' ya li Efrînê: Gelo leşkerên Tirk vedikişin?

Piştî ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirk Hamî Aksoy got, "Jiyan li Efrînê asayî bûye", dewleta Tirk dest bi vekişandina leşker û alavên xwe yên leşkerî yên zêde yên li Efrînê kir. Gelo mebest ji vê 'asayîbûnê' çi ye?

Tirkiyeyê ji navenda Efrînê û navçeyên Cindirês û Racoyê dest bi vekişandina hin tabûrên tankan ên jendermeyan kir. Li gorî çavkaniyên bawerî bi wan tê, hinek ji tabûrên tankan doh bi şev û ber destê vê sibehê vekişiyane pişt Atme û derdora Ezaz û Minbicê.

Çavkaniyan gotin, dewleta Tirk hêza xwe ya li ser girên stratejîk hiştiye. Tê gotin, dewleta Tirk dixwaze bi polîsên sivîl, polîsên leşkerî, îstîxbarat, çete û beşek ji leşkerênx we bi destê rêveberiya ku ava kiriye Efrînê kontrol bike.

Heyeteke Rûs jî roja 3'ê Tîrmehê ji aliyê Tirkiyeyê derbasî Efrînê bû û hin hevdîtin kir.

EFRÎN ASAYÎ NEBÛYE, MÎNA KU LI SER ÊGIR BE DIKELE

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Hamî Aksoy roja 1'ê Tîrmehê tevlî bernameya televîzyonekê bû û îdîa kir ku jiyana li Efrînê asayî bûye, lê belê wê Tirkiye heta wexteke din li Efrînê bimîne. Halbûkî ji roja dagirkirinê û vir ve jiyan li Efrînê ti carî asayî nebû.

Hema bêjin her roj agahiyên li ser êşkenceya li gel, talan, desteserkirin, destavêtin, hilweşandin û şerê navbera çeteyan ji Efrînê tên.

Hêzên YPG, YPJ û QSD'ê jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de bi çalakiyên xwe nahêlin bêhn bê ber dagirkeran. Zextên giran û şerê navbera çeteyan, bû sedem ku eşîrên di dema êrîşên dagirkeriyê de bi dewleta Tirk re hevkarî kirin, li ber wan rabin.

Dema ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirk daxuyanî da, li Efrînê roja 27'ê Hezîranê 3 teqîn rû dabûn û piştre teroreke giran û serdegirtina malan dihate kirin. Berevajî îdîayên Aksoy, ji dema dagirkirinê û vir ve Efrîn ti carî aram nebû û li gel hemû zextên faşîzma Tirk ên ji bo tepisandinê, mîna ku li ser êgir be dikele.

LI HEMBERÎ YPG'Ê HEDEFÊN XWE BIÇÛK DIKE

Sedema vekişandina beşek ji leşker û alavên leşkerî ne ji ber wê yek ku Efrîn ji bo dewleta Tirk 'ewle' bûye.

Dewleta Tirk 18'ê Çileyê bi rengekî fermî bi 6 hezar û 400 leşkerên Tirk û 25 hezar çeteyên ji 47 komên çete yên DAÎŞ û El Nûsra dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kiribû. Tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Dewleta Tirk leşker û alavên xwe yên leşkerî yên zêde ji Efrînê vedikişîne hin herêmên din û bi vî rengî hewl dide nîşan bide ku 'ew ne dagirker in û Efrîn aram dibe'. Li aliyê din jî dixwaze hedefên xwe yên li hemberî çalakiyên YPG û YPJ'ê biçûk bike.

PLANA RÛS-TIRK A JI BO GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ DEWAM DIKE

Bi dagirkirina Efrînê re ji Gûta, Hûms, Hama û penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê nêî 100 hezar kes li Efrînê hatin bicihkirin.

Bi vê yekê re hewl tê dayin demografiya Efrînê were guhertin. Li gorîp lana Rûsyayê hewl tê dayin ku Efrîniyên li Şehbayê li Efrînê di bin dagirkeriyê de bijîn, lê belê destûr ji wan re nayê dayin ku li malên xwe vegerin.

Heyeteke Rûs roja 3'ê Tîrmehê ji Tirkiyeyê derbasî nava Efrînê bû. 2'ê Tîrmehê jî tevî rayedarên Tirk li Şiyê û Cindirêsê serdana malbatên Gûtayî kir. Ev yek jî nîşan dide ku plana guhertina demografiyê wê dewam bike. Her wiha tê gotin, dibe ku hin herêm ji kontrola Rûsan re bên hiştin.