Peymana Lozanê hat şermezarkirin

Peymana Lozanê, li Kantona Hesekê û navçeya Til Berak a Qamişloyê hat protestokirin.

Li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekêyê, salvegera Peymana Lozanê bi meş û mîtîngekê hat protestokirin. Çalakî ku li Qada Gardiniya dest pê bû, li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan û Endama Desteya Birêvebir a Tevgera Ciwanên Şoreşger Elîze Hiso daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê û tevgerê siyasî hat kirin ku bi hemû hêza xwe ji bo rawestandina êrîşên bi xayinî, ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan koordînasyon û hevkariyê ava bikin; bang li welatên Peymana Lozanê îmze kiriye û li NY’yê hat kirin ku bi erka xwe rabibin.

Peymana Lozanê li Taxa Nesra ya Hesekêyê jî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê ku Endamê Komîteya Birêxistinkirinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emar El Şamlan xwend, wiha hat gotin: ‘’Em vê peymanê şermezar dikin, bi vê peymanê aştî çênabe. Dewletên ev peyman îmze kiriye divê peymanê biguhêrin û doz û krîzên ji ber vê peymanê çêbûne divê çareser bikin.

Li ber Meclisa Gel a Til Berakê ya li navçeya Til Berak a Kantona Qamişloyê jî daxuyanî hat xwendin. Endama Meclisê Xewle El Nasir ku daxuyanî da, diyar kir ku ew Peymana Lozanê red dikin û wiha got: ‘’Projeya Rêveberiya Xweser û biraxwehiya gelan, ji bo cihbicihkirina têgiha ‘neteweya demokratîk’ û têkbirina projeyên mêtingeriyê çareseriya herî di cih de ye.’’