Peyama TEV-DEM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê: Em bi kedkaran re ne

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir.

Peyama TEV-DEM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wiha ye:

"Em 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li tevahî gelên kedkar û têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û karkerên cîhanê pîroz dikin û bejna xwe li hember fedekariyên wan ên pîroz ditewînin ku di oxira têkoşîna li dijî zulm, bindestî û zordariyê de daye û hîna jî didin.

Îro, mezintirîn çînên civakê vê boneya mezin ku li destpêkirina serketina wê re 135 sal derbas bûn, pîroz dikin. Ew jî li bajarê Chicago yê Amerîkayê ji bo pêkanîna wekhevî, edaleta civakî, jiyana bi rûmet dest pê kir û dengê qîrînên Chicago ji bo pêkanîna hêviyên çîna karker û kedkaran bilind bû. Destketiyên ku li gelek welatên cîhanê di dirêjahiya dîroka têkoşîna xwe de bi dest xistine, encama xwebirêxistinkirin û şopandina kar û barên rojane li tevahiya qadên têkoşînê bû.

Bi rêya şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her kesî re eşkere bû ku çîna kedkaran ji hemû çînên din zêdetir xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî însiyatîf da ku ala karker û kedkaran bilind bike û ji bo parastina mîrasa xwe ya dîrokî û çandî têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Jinên têkoşer jî roleke pêşeng di sekna li hember xeternaktirîn siyasetên çewisandinê, dagirkirinê û terora navneteweyî ya birêxistinkirî de ji hêla hinek dewletan ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, lîstin.

Wek TEV-DEM'ê em teqez dikin ku em piştgirî û piştevaniya vê çîna kedkar û têkoşer dikin, ji bo ku maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad ve pêk bînin.

Em bang li tevahî rêxistin, saziyên karkeran ên cîhanê û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin yek û ji bo piştgiriya şoreşa gelên têkoşer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên erênî yên zêdetir nîşan bidin."