Pêngava Rizgarkirina Reqayê: 15 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin. Duh bi şev 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin. Duh bi şev 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda Reqayê asê mane, şerekî dijwar diqewime. Ji duh bi şev û vir ve di şer de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li dora parka navenda bajêr jî şerekî dijwar diqewime. Li vê herêmê, gelek mayinên çeteyan ên li nava avahiyan hatibûn bicihkirin ji aliyê şervanan ve hatin îmhakirin.
Di heman demê de, li gundên Kesaret û Reqa Semra yên li rojhilatê Reqayê, di navbera şervanan û çeteyan de şerekî giran diqewime.
Li Gundê Kesaret gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ên di malekê de veşartibûn kete destê şervanan. Lê der barê encama şer a li van her du gundan agahî bi dest neketin.
Li navend û rojhilatê Reqayê heta vê kêliyê şer diqewime.