Pêngava Reqayê: Li 5 taxan 35 çete hatin kuştin
Pêşketinên şervanên QSD`ê ya li bajarê Reqayê didome. Di şerê li 5 taxan de 35 çete hatin kuştin.
Pêşketinên şervanên QSD`ê ya li bajarê Reqayê didome. Di şerê li 5 taxan de 35 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 76`emîn de dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh li taxa Mansûr ya rojhilatî bajêr şerekî dijwar rûda û 9 çete hatin kuştin.
Li heman alî li taxa Reşîd jî di encama şerê ku heta niha diqewime de 11 çete hatin kuştin û li taxa Reqayê Berê jî 4 çete hatin kuştin.
Li aliyê Rojavayî bajêr jî li taxa Mirûr û Nehdayê şer çêbû. Li taxa Mirûrê 6, li taxa Nehdayê jî 5 çete hatin kuştin.
Di van şeran de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.