Pêngava Bagera Cizîrê: Li çar aliyan ve şervan bi pêş ve diçin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê yên Pêngava Bagera Cizîrê ji çar aliyan ve bi  pêş ve diçin. Deh çete hatin kuşin û hinek cebilxane kete destê şervanan.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê yên Pêngava Bagera Cizîrê ji çar aliyan ve bi  pêş ve diçin. Deh çete hatin kuşin û hinek cebilxane kete destê şervanan.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û hemû hêzên di bin banê QSD’ê de ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne ji çar aliyan ve bi pêş ve diçin. Li baskê Siwer şervanan li nava bajarokê Siwer  opersyon dane destpêkirin. Di şer de cenazeyên 6 çeteyan ket destê şervanan. Her wiha şervanan 4 panzêr, hemerek, erbeyeke teqemeniyê, 5 kilaşinkof, sîlaheke suqastê, yek M16 û hawanek 82 kestin desteser kirin.Li vir şervan xebatên paqijkirina bajarok bê navber didomînin.

Di baskê Mergeda de jî şervan pêş ve diçin.  Li vir 4 çete hatin kuştin, hawaneke çeteyan hate ruxandin. Li herdû baskên din jî şervan bi pêş ve diçin.

Fermandariya QSD’ê beriya bi du rojan daxuyaniyek dan û qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê destpê kir. Fermandariyê got  hêzên wan êdî ji 4 baskan tevdigerin.