Bi tevlîbûna dehan endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser guherîna demokgrafiya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên kirin, li Parka Jin a Azad daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Partiya Sûriye ya Pêşeroj a Herêma Firatê Ferhat Hec Îsa ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser piştevaniya dewleta Tirk a karê terorê dike û ev hate gotin: “Bi awayeke eşkere û rast e rast dagirkirina herêmê berfireh dibe. Avakirina kampan ji bo çeteyan dewma dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pîvanên navnetewî tên binpêkirin û ev hate gotin: “Rojane êrîş tê kirin, demografiya herêmê tê guherîn.”
Di beşek din de bal hate kişandins ser revandina sivîlan û hate destnîşankirin ku rojane sivîl tên revandin. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kirin ku çareseriyeke ji bo krîza Sûriyeyê peyda bikin.
Navê partiyên daxuyanî dane wiha ne: Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Aşitiya Demokratîk ya Kurdistanî, Partiya Wîfaq a Kurdî a Sûriyê, Partiya Çep A Kurdî a Sûriyê, Partiya demoqratîk ya Kurdî, Partiya Komara Kurdistan û Partiya Yeketiya Demoqratîk (PYD).