Partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji bo Efrînê daxuyanî dan

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li Efrîn û Şehbayê xebatan dimeşînin, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li  Efrîn û Şehbayê xebatan dimeşînin derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên li kantona Efrînê û gundewarên Şehbayê yên dagirkirî (Cerablus, Bab û  Ezaz), siyaseta guhertina demografî û polîtîkeyên Tirkkirinê, her cûreyên binpêkirinên li ser jinan, zarok û kal û pîr ji kuştin, talankirina milkên taybet û gişt, rakirina darên zeytûnan hate şermezarkirin.

Partî û aliyên siyasî bang li rêxistinên navdewletî kirin ku destwerdanê bike da ku binpêkirinên ne rewa rawestînin. Her wiha bang li hêzên aktîf ên li herêmê hate kirin ku zextan li Tirkiyeyê bikin da ku dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê rawestîne. Aliyên siyasî di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê re nîşan dan û bang li gelê Sûriyeyê kirin ku li hemberî dagirkeriyê yekrêziya xwe li derdora berxwedana gel xurt bikin. Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku erka  xwe ya tunekirina terorê li Îdlibê bi cih bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de qala girîngiya diyalogên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûriyeyê hate kirin, gavên MSD’ê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê erênî hate nirxandin.

Navên partiyên ku daxuyanî dane;

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (Buroyên Efrîn û Şehbayê)

Partiya Sûriyeya Pêşerojê (Buroyên Efrîn û Şehbayê)

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî)

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Şehbayê

Buroya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM (Efrîn)

Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyeyê