Partî û rêxistinên civakî yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 30 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kriin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Bexda û Hewlêrê kirin ku êrişan red bikin.

Partiyên siyasî û rêxistinan derbarê mijarê de li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomasiyê ya li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist û daxuyanî da. 

Li ser navê partî û rêxistinan Serokê Nivîsgeha Hiqûqî ya Partiya Muhafazakaran Ednan Izo daxuyaniya hevpar xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Rejîma Tirk rastiya feraseta xwe ya faşîst bi dijminahiya edalet, mafên gelan û binpêkirina serweriya dewletan a ku bi peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine diyarkirin, nîşan dide. 

Hewldanên demokratîk li dijî berjewendiyên xwe dibîne, lewma qebûl nake. Dema li hemberî îradeya gel têk diçe jî, berê xwe dide êrişan.

Rejîma Tirkiyeyê bi dagikeriya ku bi piştgiriya komên terorîst pêk tîne û di nava gelan de belavkirina şer û nefrete, her wiha binpekirina serweriya dewletan û avakirina qeyranên navxweyî re, dibe sedema sereke ya bê aramiya li herêmê.

Rejîma Tirkiyeyê beriya artêşê çapemeniya xwe çekdar kiriye û niha jî bi hinceta şerê dijî gerîlayên ku li Herêmên Parastina Medya gelê Kurd diparêzin, her wiha bi hinceta herêma bi ewle ya sînorê Tirkiye-Iraqê, dest bi êrişek nû kiriye û serweriya Iraq-Herêma Kurdistanê binpê dike.

Ev rejîma faşîst ji bo ku doza gelê Kurd a bidestxistina mafê xwe bidawî bike, komkujiyên herî mezin pêk tîne, çekên di qada navnetewî de hatine qedexekirin bikar tîne.  

Bi hemû hêza xwe hewl dide ku hêzên Kurd bikişîne nava êrişên xwe yên dijî gerîla, şerê Kurd bi Kurd derxîne.

Em weke partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî yên li Rojavayê Kurdistan û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê van êrişên hovane bi tundî şermezar dikin.

Em bang li NY, Yekîtiya Ewropayê (YE), hemû welat û hêzên aştîxwaz, demokrasîxwaz dikin ku pêşiya êrişên Tirkiyeyê yên li ser gele me bigirin û pirsgirêka Kurd bi rengî demokratîk û adilane çareser bikin.

Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku dijî gerîla nekevin nava êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Em bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku van êrişan red bikin nekevin nava şer û dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa xwe li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê gilî bikin.

Em bang li gelê xwe li her derê dikin ku bi awayekî girseyî bikevin nava liv û tevger, zextê li raya giştî ya cîhanê bikin da ku êrişên dewleta Tirk ên li her derekê bidin rawestandin.”

Partî û rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine:  

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokratîk, P

3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê,

4-Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê,

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê,

6-Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye,

7-Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê,

8-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê,

9-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê,

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê,

11-Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê,

12-Tevgera Nûkirina Kurdistanê,

13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê,

14-Desteya Neteweyî ya Ereban,

15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê,

16-Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê,

17-Tevgera Reformê – Sûriyê (Islah),

18-Partiya Demokrat a Aşûrî,

19-Partiya Biratî ya Kurdistanê,

20-Partiya Demokrata Kurd a Roj li Sûriyê,

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM),

22-Kongra Star,

23-Partiya Muhafazakaran,

24-Partiya Têkoşîna Demokratîk,

25-Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê,

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava,

27-Desteya Kordînasyona Neteweyî-Tevgera Guhertina Demokratîk,

28-Partiya Yekîtiya Suryaniyan,

29-Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê,

30-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî),

31-Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

32-Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê

33-Partiya Suraya.