Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê di salvegera êrişên dagirkeriyê yên 9'ê Cotmeha 2019'an de yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ji ANF'ê req qala konjonktura berî û piştî êrişê kir.
Emîne Osê li ser rol û nêzîkatiyên Emerîka û Rûsyayê ya li herêmê wiha axivî: "Ev her du hêz li ser hebûn û rewşa xwe ya li herêmê timî li ber hev radibin. Di vê mijarê de jî dewletên li herêmê bi kar tînin. Dixwazin hêzên li herêmê jî bi kar bînin. Rûsya li dijî me timî dewleta Tirk weke gefekê bi kar tîne. Emerîka jî bi heman rengî tevdigere. Di navbera her du hêzan de rewşeke me ya hesas heye. Ji bo destketiyên xwe biparêzin, ji bo xurt bibin û bibin hêza çareseriyê em tevdigerin. Ji bo me ya girîng ev e. Çawa ku dewleta Tirk li dijî me weke gefekê bi kar tînin, me jî li dijî dewleta Tirk weke gefekê nîşan didin. Emerîkayê beriya êrişan di pêvajoya danûtsandinan de heman taktîk bi kar anî. Ji ber ku hin tişt li me ferz kirin me gotin 'na'. Vê carê derî li dewleta Tirk vekirin. Rûsya jî piştî ku hat heman taktîkê bi kar tîne. Li herêmê bi vî rengî siyasetke qirêj tê meşandin. Halbûkî ew hebûn jî tune bûn jî dewleta Tirk êriş dikir.
Niha dibêjin, ihtimala êrişekê nîne, lê belê em ji vê bawer nakin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser zanin ku li hemberî me dijminek heye û ji bo dagirkirina xaka me çi ji dest tê dike. Bi gotina hin derdoran em ê dest ji tedbîrên xwe bernedin. Em, bi navê Rêveberiya Xweser em ê li her qadê têbikoşin. Armanca me ya yekane rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî ye. Armanca hevdîtinên me yên li hundir û derve em ve. Divê gelê me ji vê re amade be."
Li ser karên ku Rêveberiya Xweser ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî li qada navneteweyî dimeşîne Emîne Osê wiha axivî:
"Me soz dane gelê xwe ku herêmên xwe rizgar bikin û bikin ku gelê me li warê xwe vegerin. Hewldanên me yên siyasî û dîplomatîk hemû di vê çarçoveyê de ne. Lê belê rewşeke wiha jî heye, ku rewşa Sûriyeyê niha bi temamî xumamî ye, nediyar e. Mirov nikarin bêjin ku çi wê çawa pêk were. Nediyar e ku li Sûriyeyê çareserî çawa pêk were. Ne ku em vê dibêjin. Dinya vê dibêje. Ji sala 2012'an û vir ve hemû hewldan pûç bûn, encam jê derneketin. Kaosa li herêmê kûr dibe. Destwerdan zêdetir dibe. Ti ji hêzeke siyasî nizane ku ev rewş wê ber bi ku ve biçe. Di vê rewşa xumamî de wezîfeya ku diveke ser milê me Rêveberiya Xweser ew e ku hewldanên xwe xurt bikin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî hemû firsend û derfetan bi kar bînin. Hin tişt bi zelaliya siyasî ve girêdayî ye, lê belê hin tişt jî me tê xwestin. Divê em ji vê re amade bin. Li hemberî her ihtimala guhertinê divê em amade bin. Di vê mijarê de ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve em di nava hewldanan de, bi şev û roj dixebitin ji bo gelê me li xaka xwe vegere. Em di nava têkoşînê de ne. Hebûna rêveberiya me bi azadkirina van herêman û tevlîbûna li pêvajoyan hemûyan ve girêdayî ye. Ev herêm herêmên gelê me ye û gelê me wê lê vegerin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li van herêman biyanî ne. Wê ti carî bi vê herêmê re nebe yek. Ji xwe li hundir jî gel rojane li ber wan radibe. Gel wê van qebûl neke."