Operasyona Reqayê: Taxa Sinaa hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê, piştî şerê 4 rojan, taxa Sinaa ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervan ketin nava taxa Batanî.
Şervanên QSD'ê, piştî şerê 4 rojan, taxa Sinaa ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervan ketin nava taxa Batanî.
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li rojhilat û rojavayê bajar bi pêş ve diçin.
Şervanên QSD'ê piştî şerê dijwar ê 4 rojan, li rojhilatê Reqayê taxa Sinaa rizgar kirin. Li taxê xebata lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan destpê kir. Şervan piştî rizgarkirina Sînaa li rojhilat ketin nava taxa Batanî. Li taxê şer destpê kir.
Li rojavayê bajar jî şer dijwar e. Çeteyên DAIŞ ji 3 nuqteyan êrîşî taxa Sebahiyê ya rizgarbûyî kirin. Li taxê şer didome. Tê gotin ku heta niha yek jê şerçete herî kêm 9 çete hatine kuştin û 12 çete birîndar bûne.
Li taxa El Berîd a ku şervan duh ketibûnê jî tevî şer hêzên QSD'ê bi pêş ve diçin.