Operasyona Reqayê: Kargeha çekan a DAIŞ'ê hate dîtin

Şervanên QSD'ê, li taxa Sînaa ya li rojhilatê Reqayê, di operasyona lêgerîn û paqijkirinê de kargeheke çeteyên DAIŞ'ê dîtin, ku li vê derê malzemeyên sabotajê dihatin amadekirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku beşek ji taxa Sînaa ya li rojhilatê Reqayê rizgar kirine, li herêmê dest bi lêgerîn û paqijkirinê kirin. Şervanan kargeheke çeteyên DAIŞ'ê dîtin, ku wesayîtên bombebarkirî, motorên bombebarkirî, mayinên ji dûr ve tên teqandin û malzemeyên din ên sabotajê lê dihatin amadekirin.

Şêniyên herêmê ragihandin, beriya ku çete vê derê bikin kargeha çêkirina wesayîtên bombebarkirî, febrîqeya plastîkan bû.

Li taxa El Meşlebê jî, şervanên QSD'ê duh bi şev wesayîteke bombebarkirî dîtin.