Operasyona Reqayê: Şervanên QSD'ê ketin nava taxa El-Berîdê
Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer giran e. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ketine nava taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye.
Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer giran e. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ketine nava taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye.
Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer dijwar dibe. Şervan ketine nava taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye.
Li rojhilatê Reqayê piştî ku duh êrîşa dijwar a çeteyan a li ser taxa Sinaa hat şikandin şervanên QSD'ê li taxê pêş de diçin. Ji serê sibehê ve şer bi dijwarî didome. Tê payîn ku di demek nêzîk de tax were rizgarkirin.
Li rojavayê Reqayê jî baskê operasyonê şevê din bi şerekî dijwar kete nava taxa El Berîd. Di şer de êrîşkarek xwekuj hat kuştin. Danê nîvro şervan li taxê ketin dibistana Er-Razî û di demek kin de dibistan ji çeteyan paqij kirin. Her wiha beşek mezin a avahiyeke bilind a li taxê (mesakin) jî hatiye rizgarkirin.
Tê gotin ku di şerê li rojhilat û rojavayê bajarê Reqa de gelek çete hatine kuştin. Lê ji ber şer didome û xebatên lêgerînê nehatine kirin hejmara kuştiyên çeteyan hê zelal nebûye.