Operasyona Cenga Mezin: 3'ê jê serçete 22 çete hatin kuştin

Oparasyona rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû leza xwe dewam dike. Li rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê şerê dijwar diqewime. Di şer de 3 jê şerçet, bi giştî 22 çete hatin kuştin û balafireke keşfê ya Drone hate xistin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê didome. Çeteyên DAIŞ′ê, îro serê sibehê ji 3 aliyan ve, êrîşî nuqteyên şervanên QSD′ê yên li Taxa Sebahiyê ya dikeve rojavayê bajêr kirin. Şervanan di heman kêliyê de bersiva êrîşê da, li ser bersivdayîna şervanan ji 3 cihê cuda yên taxê şer qewimî.

Êrîşa li ser taxê di saetên piştî nîvro de hat şikandin. Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di encama şer de, li taxê yek jê serçete, herî kêm 14 çete hatin kuştin û wesayîtekî leşkerî ya çeteyan hat rûxandin.

Li rojhilatê bajêr jî şervanan piştî şerê 4 rojan, îro Taxa Sînaa ji çeteyan paqij kirin. Hat diyarkirin ku di şerê şevê din ê ku li taxê rû daye de, 2 jê serçete, 8 çete hatine kuştin û balafireke keşfê ya Drone ji aliyê şervanan ve hat xistin.

Li herdu eniyên bajêr ji duh heta îro ve, 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn. Lêgerîna şervanan a li Taxa Sînaa didome.

Piştî rizgarkirina Taxa Sînaa, şervanan berê xwe dan Taxa Batanî. Hat diyarkirin ku li taxê şer bi dijwarî didome û şervan pêşve diçin.