NY û Ewropa li hemberî êrîşên li ser Êzidiyan bêdeng e
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo diyar kir ku NY û Ewropayê qirkirina DAÎŞ’ê li Şengalê qebûl kir lê li hemberî siyaseta dagirker ku dewleta Tirk li Efrînê kir bêdeng e.
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo diyar kir ku NY û Ewropayê qirkirina DAÎŞ’ê li Şengalê qebûl kir lê li hemberî siyaseta dagirker ku dewleta Tirk li Efrînê kir bêdeng e.
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo derbarê êrîşên li ser Efrînê, qirkirina Êzidiyan, dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropayê ji ANF’ê re axivî.
Nebo derbarê êrîşên li ser Efrînê û Êzidiyên li Efrînê diyar kir ku civaka Êzidî bi hezaran salan e li ser axa Mezopotamyayê dijîn û got “Beriya qetlîama Şengalê li ser civaka Êzidî 72 qetlîam hatiye kirin. Ev hemû di dema Osmaniyan de hatiye kirin. Piştî hilweşandina Osmaniyan dewleta Tirk vê feraseta xwe ya qetlîamê domand. Dewleta Tirk herî zêde dijminatiya gelê Kurd û civaka Êzidî dike.
Dema ku DAÎŞ’ê li Şengalê êrişî civaka Êzidî kir, di wê fermanê de jî tiliya dewleta Tirk hebû. Hemû dinya bi têkiliyên Tirkiye û DAÎŞ’ê dizann. Çeteyên DAÎŞ’ê ji her dera dinyayê hatin Tirkiyeyê û ji wir çûn Sûriye û Iraqê. Fermana 73’emîn a li ser Êzidiyan li pêş çavê dinyayê hate kirin. Bi hezaran mirovên me hatin kuştin, jin hatin revandin û ew kirin kole.
Hêzên Iraqê û PDK’ê yên ku digotin em ê Şengalê biparêzin, peywira xwe bi cih neanîn. DAÎŞ’ê dema ku êrişî Nînovayê kir, hêzên dewleta Iraqê çekên xwe ji DAÎŞ’ê re hiştin û reviyan. DAÎŞ’ê bi van çekan êrişî Şengalê kir. Dema ku Iraqê xwe vekişand, bi tenê PDK ma. Soz didan gel û digotin ‘Em ê we biparêzin’. Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir hêza PDK’ê a li wir 12 hezar bû, lê bi fermanekê re vekişiyan. Îro hemû dinya dizane ku heke ne 12 gerîlayên HPG’ê bûna, di nava çend saetan de YPG’ê ji Rojava heta Şengalê korîdor venekira wê qetlîamake mezin pêk bihata. PKK’ê ji çiyayên Başûrê Kurdistanê gerîla neşanda Şengalê wê qetlîam mezintir bibûya û belkî Şengal ji DAÎŞ’ê wê nehata azadkirin.
Dewleta Tirk ji ber mudaxeleye PKK û YPG’ê nekarî qetlîama li Şengalê temam bike, ji ber vê di 20’ê Çileya 2018’an de li pêş çavê dinyayê bi çeteyên berê endamên DAÎŞ’ê bûn, êrişî Efrînê kirin. Hedefa pêşîn a dewleta Tirk gundên Êzidiyan bû. Jixwe çeteyên qaşo mûxalefeta Sûriyeyê bûn û girêdayî dewleta Tirk bûn, êrîşa xwe ya pêşîn di sala 2012’an de li dijî gundê Kastel Cindo kirin. Ev gundê Êzidiyan bû. Berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Kastel Cindo gelekî navdar e. Ya gundên Baflûne û Basûfanê jî wisa ye.
Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. DAÎŞ’ê çawa li Şengalê Êzidî qir kir, wan jî li Efrînê civaka Êzidî qir kirin. DAÎŞ’ê li Şengalê dewleta Tirk û çeteyên wan jî li Efrînê jinên Êzidî revandin. DAÎŞ’ê li Şengalê warên me yên pîroz hilweşand, dewleta Tirk û çeteyan jî heman tişt li Efrînê kir. Ev hemû tişt bi plansaziya dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk Eyn Dara ya 3300 salî bi balefirên şer hilweşand. Dewleta Tirk dixwaze hemû Êzidiyan qir bike. Ji ber ku dizane heke Êzidiyek jî mabe wê çanda Kurdan bijî. Li Bakurê Kurdistanê jî gundekî Êzidiyan nehiştinm. Niha dixwazin heman tiştî li Başûr û Rojava jî bikin.”
NY ÇIMA DAGIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ NABÎNE?
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî qirkirina ku DAÎŞ’ê li Şengalê kiribû nas dike lê naxwaze qirkirina li Efrînê bibîne û got “Qirkirina li Şengalê ji aliyê hemû dinyayê tê qebûlkirin. Lê dema ku heman qirkirin, talan û revandin li Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê tê kirin, dewleta Tirk naxwaze vî tiştî bibîne. Ev jî nîşan dide ku dewletên dinyayê û rêxistinên mafên mirovan di vî warî de ne dilsoz in. Qirkirina Êzidiyên li Şengalê qebûl dikin lê dema ku dewleta Tirk Êzidiyan qir dike, vî tiştî meşrû dibînin. Ev jî nîşan dide ku li Efrînê ew piştgiriyê didin dewleta Tirk. Heta niha tu dewletê ji êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê re negotiye ‘Ev dagirkerî ye’
DYE, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî qirkirina li Şengalê qebûl dikin. Li Rojava li dijî DAÎŞ’ê 11 hezar kes şehîd bûn û 23 hezar kes jî bûn gazî. Piştgiriyê didin têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê lê ne Rêveberiya Xweser a Şengalê û ne jî Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nakin.”
PEYMANA LI SER ŞENGALÊ DÛMAHÎKA QETLÎAMA 73’AN E
Nebo li ser Peymana Şengalê ya di navbera PDK û Hêzên Iraqê de hatibû kirin jî got “Ev dûmahîka fermana 73’emîn a li ser Êzidiyan e. Di vê peymanê de ya ku di navbera PDK û Iraqê de hatiye kirin jî tiliya Tirkiyeyê heye. Dîroka vê peymanê 9’ê Cotmehê ye. Ev jî du tiştan tîne bîra mirov; 9’ê Cotmeha 1998’an Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê yên ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de hatibû destpêkirin. Piştî êrîşa li ser Şengalê, Êzidiyên li Şengalê bi navê YBŞ û YJŞ’ê hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin. Piştre Asayîşa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser hate avakirin. Gelê Şengalê dest bi avakirina pêşeroja xwe kirin û xwe bi rêxistin kirin. Dewleta Tirk dîsa Şengal kir hedef. Li pişt vê peymana li dijî Şengalê dewleta Tirk heye. Bi vê peymanê re tê xwestin Êzidiyan qels bikin û wan dîsa qir bikin. Wekî ku hûn jî dizanin avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, YBŞ û YJŞ hemû meşrû ne. Ev li gorî Makeqanûna Iraqê hatiye avakirin. Çima avakirina hêza milîsan ji bo wan meşrû ye lê ji bo Êzidiyan ne meşrû ye. Mixabin ev jî qirkirin e. Bi vê peymanê re tê xwestin, qetlîamên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê were domandin.
Dewleta Tirk qadên gerîlayan ên li Başûrê Kurdistanê dagir dike lê hikumeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e. Dibêjin ‘Mafê dewleta Tirk heye ku were li PKK’ê bide’ Baş dizanin heke dewleta Tirk têkeve Zap û Qendîlê wê ji vir berê xwe de Şengalê û Êzidiyan qir bike. Dewleta Tirk dema ku bi balefiran li Zekî Şengalî û Zerdeşt Şengalî da, armanca wan ev bû ku civakê kor bikin. Bi kuştina pêşengan re xwestin civakê qir bikin. Tiliya hemû dewletên serwer û PDK’ê di vê êrîşê de heye. Tirkiye, PDK, DYE, NY û Iraq hemû dixwazin îradeya Şengalê bişkînin û fermaneke nû amade bikin.”
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo bal kişand ser vî tiştî ku Ewropa û NY qirkirina li Şengalê nas dikin, dibêjin ‘Divê Êzidî werin parastin’ lê parastina wan jî ev e ku wan ji ser axa wan derxe û wan bikişînin Ewropayê. Nebo got “Ev polîtîkayeke gelekî qirêj e. Ji bo ku Êzidî li ser axa xwe bijîn û li vir werin parastin tiştekî nakin. Ji Şengalê heta Efrîn û Serêkaniyê civaka Êzidî hate qirkirin lê tu saziyên navneteweyî û saziyên mafên mirovan nehatin piştgirî nedan gelê li ser vê axê. A niha deriyê Ewropayê ji Êzidiyan re vekiriye. Bi taybetî Elmanya vê polîtîkaya qirêj dimeşîne. Heke Êzidiyan nas dikin û dixwazin civaka Êzijî bijî, gelo çima piştgiriyê didin dagirkeriya dewleta Tirk. Neteweyên Yekbûyî jî heman polîtîkayê dike. “
Nebo diyar kir ku bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civaka Êzidî mafên xwe bi dest xistin û got “Bi Şoreşa Rojava re cara pêşîn Êzidîtî wekî dîn û olekê hate qebûlkirin. Li gorî vî mafê xala 33’emîn a Peymannameya Civakî ya Rojava me jî li Efrînê navenda xwe ava kir.
Ji ber ku dixwazin hemû fikrên Rêber Apo pûç bikin, ew xistine pergaleke êşkenceyê ya giran û tecrîdeke giran lê tê kirin. Dewletên serwer naxwazin deng û fikrên Rêber Apo bigihêje civak û gelên li Rojhilata Navîn. Li ser civaka Êzidî gelek qetlîam hate kirin lê di sedsala 20’an de bi saya fikrên Rêber me xwe dît. Civaka me ya Êzidî li her çar parçeyên Kurdistanê di fikrên Rêber Apo de me azadiya xwe dît. Îro li ser gerîlayên PKK’ê êrîşeke giran heye. Dijminên Kurdan dixwazin têkiliya Rêber Apo bi derve re biqetînin û PKK’ê biqedînin. Em ê heta dawiyê Rêber Apo û hêzên xwe biparêzin. PKK’ê em parastine. Civaka me ya Êzidî em êrîşên li ser PKK’ê qebûl nakin. Li hemberî van êrîşan divê em dengê xwe bilindtir bikin. Divê em Êzidî dev ji axa xwe bernedin û li ber xwe bidin.”