NY: Maliyeta hilweşîna li Sûriyeyê 388 milyar dolar e

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di şerê heft salan de xisarek ji 388 milyar dolarî li Sûriyeyê bûye.

Neteweyên Yekbûyî ragihand, di şerê 7 salan de li Sûriyeyê 400 hezar kes mirine, pênc milyon kes koçber bûne û bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyeyê bûye.

Komîsyona Civakî û Aborî ya Asya Rojava (ESCWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku di şerê 7 salan de bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyeyê bûye.

Zerara li rê, binesazî, avahî û saziyên din bûne, 120 milyar dolar e. Li gorî daneyên komîsyonê, ji ber kêmbûna hilberînê, 268 milyar dolar xisar li Hatineya Navxweyî ya Sûriyeyê bûye.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li Sûriyeyê heta niha 400 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, nîvê nifûsa Sûriyeyê ku 22 milyon e neçar mane malên xwe biterikînin û herî kêm pênc milyon Sûriyeyî jî neçar mane koçî welatên din bikin.