Nûçegihana ANHA’yê ya birîndar ji ameliyatê derket

Nûçegihana ANHA’yê Gûlistan Mihemed ku di êrîşa dewleta Tirk a li dijî Girê Spî de hate hedef kirin li Nexweşxaneya Minbicê hate ameliyat kirin. Diyar bû ameliyat serketî derbas bûye.

Nûçegihanên ANHA’yê Îbrahîm Ehmed û Gûlistan Mihemed dema êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Girê Spî dişopandin ji ber guleyên leşkerên Tirk birîndar bûn. Ehmed ji destê xwe û nûçegihana jin Mihemed jî ji serê xwe birîndar bûn.

Diyar bû Gulistan Mihemed a ku rakirîbûn Nexweşxaneya Minbicê ameliyatek baş derbas kiriye. Lê wê 24 saetan dibin kontrolê de were girtin. Hate diyarkirin ku rewşa Ehmed jî başe.

‘RASTE RAST EM KIRIN HEDEF’

Ehmed ê ku li Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî tê dermankirin ji ANHA’yê re axivî û got leşkerên Tirk raste rast ew kirin hedef. Ehmed wiha domand; “Seatên serê sibê ji bo şopandina rêşên dewleta Tirk ên li dijî Taxa El-Mûnbetih em çûn taxê. Leşkerên Tirk ên li ser sînor ji bo bûyerên li herêmê veşerên raste rast em kirin hedef.”