Navê kesên li Bendava Tişrînê birîndar bûn, eşkere bûn

Navên 21 kesên ku di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk li Bendava Tişrîn birîndar bûn, eşkere bûn.

Bi sedan mirovên ji bajarê Kobanê ya Kantona Fırat beşdarî berxwedana nobeta Bendava Tişrînê bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî ser gelê Kobanê yê lio Bendava Tişrînê nobet digirtin kir. Di encama êrîşê de 21 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Reqa, Tebqa û Kobanê.

Navên birîndaran wiha ne: 

“Mehmûd Mihemed Ebdî, Hisên Ehmed, Ciwan Marûf, Lezgîn Mistefa, Yasîn Şiwêş, Nûrşan Efrîn, Umran, Herekol Qamişlo, Munîr, Îmad Dawûd Mihemed, Elî Kamil Muslim, Ehmed Temo, Mistefa Mihemed Osman, Xalid Mihemed Ebdî, Îsmaîl Hisên Dayan, Mihemed Mihemed Şahîn, Welîd Mihemed Hisên, Delîl Mistefa Ehmed, Sebah Xelîl, Hîlal El Omer ve Usama Xelef Elî.”

Berxwedana li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome, gelê Kurd û dostên wan li gelek deverên cîhanê bertek nîşanî êrîşên li dijî sivîlên Bendava Tişrînê dan.