Nasnameyên şehîdên Tişrînê hatin eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bendava Tişrînê de şehîd bûn, eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker duh ber êvarî êrîşî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Di encama bombebaranê de 5 şênî şehîd bûn û zêdetirî 20 şêniyan jî birîndar bûn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê navên şehîdên êrîşê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin.

Li gorî Meclîsa Malbatên Şehîdan, navên şehîdan wiha ne: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.