Nasnameyên 2 şervanên ku li Reqayê şehîd bûn, hatin eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 2 şervanên ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wiha ye:

"Rêxistina ʹDAÎŞʹ a terorîst hîna xetereyeke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û tevahî cîhanê çêdike. Rêxistina ʹDAÎŞʹ a terorîst tevahî piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker, bi taybet ji herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine, wekî Serêkaniyê û Girê Spî digire.

Êrîşa terorî ya şaneyên rêxistina terorîst a duh (Duşemê 26ʹê Kanûnê) ya li ser bajarê Reqayê, piştî rêgeza êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Piştî gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşeke leşkerî li ser herêmên me şaneyên terorîst çalaktir bûn.

Dema bersivandina êrîşa terorîstan, du şervan; Omer Feyad El Nasir (Qenas) Ehmed Nasir Silêman (Ciwan) yên ku mîsyona parastina herêmê pêk dianîn, piştî berxwedaneke mezin li hemberî terorîstan meşandin û êrîşa wan têk birin, gihiştin asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin. Heman demê em teqez dikin ku xwîna şehîdên me wê vala neçe. Em ê tolê ji sûcdar û kujeran hilînin. Em ê operasyonên xwe dewam bikin heta ku rêxistina terorîst ji holê rakin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Qenas

Nav û paşnav: Omer El Nasir

Navê dayik: Lemya

Navê bav: Feyad

Cihû dîroka jidayikbûnê: Dêrazor/ 1999

Cih û dîroka şehadetê: Reqa- 26ʹê Kanûna 2022ʹyan

Nasnav: Ciwan

Nav û paşnav: Ehmed Silêman

Navê dayik: Eyşe

Navê bav: Nasir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Girê Spî 2002

Cih û dîroka şehadetê: Reqa/ 26ʹê Kanûna 2022ʹyan"