Nasnameya 5 şehîdên Reqayê hate eşkere kirin
Navenda Ragihandina YPG'ê nasnameya 5 şervanên di dîroka 15-22'ê Tebaxê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG'ê nasnameya 5 şervanên di dîroka 15-22'ê Tebaxê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nasnameya 5 şervanên xwe yên di dîroka 15-22'ê Tebaxê de li Reqayê şehîd bibûn, eşkere kir.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hatî weşandin wiha ye;
"Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku bê navber berdewam dike pêşveçûna şervanan jî didome, rûxmê ku di demê dawî de çeteyên DAIŞ’ê sîvîlan ji bo xwe wek mertal bi kar tîne dixwaze pêşveçûna şervanên me jî asteng bike, şervanên me bi hesasiyeteke mezin di oxira canê xwe hewl didin sîvîlan ji destê wan rizgar bikin û ji bo wê têdikoşin. Di navbera rojên 15 û 22’ê Tebaxê de ji fermandarê Tûgayê rêheval Avareş û 4 hevalên me hem di pêngavê de pêşveçûnê pêkanîn, hem jî di operasyona rizgarkirina sîvîlan de li dijî çeteyên DAİŞ’ê bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.
Rêheval Avareş ku bi taybetmendiya kesayetiyek welatparêz û berxwedêr dihat nasîn li bajarê Efrînê, ji dayîk bûye. Di malbatek welatparêz de mezin bûye û çanda welatparêziyê heya dawî dijiya. Ew hevalekî me yê di destpêkê heya dawiyê her tim di eniyên pêş de cîhê xwe digirt bû. Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jî bi tevî Tûgaya xwe a ku fermandarê Tugayê bû heya dawî cihê xwe di pêş de digirt. Rêheval Avareş bi girêdanbûna hevalên xwe û hezkirina gelê xwe re dijiya û di oxira wê de gihişt şehadetê. Em di şexsê Rêheval Avareş û 4 hevalên xwe ku ligel wê bû bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatê wan û hemû gele xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Avareş Zap
Nav û Paşnav: Egîd Mustafa
Navê Dayikê: Nîhada
Navê Bav: Riyad
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19 Tebax 2017
***
Nasnav: Aydil Iraqî
Nav û Paşnav: Idrîs Mihemed
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Iraq / Zumar
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017
***
Nasnav: Berxwedan Erur
Nav û Paşnav: Mehmûd Elî Ehmed
Navê Dayikê: Hisîna
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017
***
Nasnav: Fadî Heskawî
Nav û Paşnav: Fadî El Elî
Navê Dayikê: Seyta
Navê Bav: Ebdulcebar
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15 Tebax 2017
***
Nasnav: Ronî Şedadê
Nav û Paşnav: Hafiz Heweyrî
Navê Dayikê: Wezîre
Navê Bav: Meşhûr
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 21 Tebax 2017"