Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li dem û cihên cuda şehîd bibûn eşere kirin.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 3 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bibûn bibîr anîn.

YPG’ê da xuyakirin ku 2 şervanên wan li Sirînê di encama qezayeke tirafîk û şervanekî wan jî li Qamişlo di encam nexweşiyekê de şehîd bûne.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Di navbera 2-4’ê Îlonê de 2 rêhevalên me di encama qezayên trafîkê de, hevalek me jî di encama nexweşiyê de şehîd bûn. Agahiyên di derbarê şehadeta hevalên me de wiha ne;

Di dîroka 2’yê Îlonê de 2 rêhevalên me yên ku li navçeya Sirîn ya Kobanê di heman xebatê de erkdar bûn, di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin. Nasnameyên herdu hevalên me wiha ne;

Nasnav: Berxwedan Rojhilat

Nav û Paşnav: Egîd Tîmur

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Emîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sirîn / 2’yê Îlonê 2018

***

Nasnav: Şêrko Botan

Nav û Paşnav: Qadir Uçar

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Sadiq

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sirîn / 2’yê Îlonê 2018

BERXWEDAN ROJHILAT

Hevalê me Berxwedan Rojhilat weke her Kurdekî welatperwer êşên ku gelê Kurdistanê dijiya ji kûr hîs kir, li hember dagirkeriyê di temenê xwe yê ciwan de cihê xwe di nav refên berxwedanê de girt û bû xwedî sekneke şoreşger. Di demên herî zehmet yê şer de li qadên herî zehmet her tim bi dilnizmî herî dihate naskirin. Heval Berxwedan her tim xwe perwerdekirin û pêşketin esas girt û xwedî xwestek û vîn bû. Bi vî awayî pêşketinên mezin yên ji bo gihandina kesayeta şoreşgerî di xwe de derxist holê. Heval Berxwedan di her qada ku gelê Kurd bû xwedî têkoşîn, herî dawî bî xwest bi berpirsiyartiyên xwe yên ku bi şoreşa Rojava re rabû. Heval Berxwedan ku li Rojavayê Kurdistanê di her pêngava ku li hember terorîzmê hat lidarxistin de cihê xwe girt, herî dawî li navçeya Sirîn bi rêheval Şêrko Botan re dema ku li ser karekî bû di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin.

Rêheval me Elî Rizgar ku ev du meh in li Qamişlo tedawiya ji ber nexweşiya dil û brîndariyên xwe yên Efrînê didît, di dîroka 4’kê Îlonê de, ruxmê hemû mudaxeleyan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

Nasnav: Elî Rizgar

Nav û Paşnav: Emrah Dede

Navê Dayikê: Sûltan

Navê Bav: Behrî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Qamişlo / 4’ê Îlonê 2018

ELÎ RIZGAR

Rêheval Elî ji sala 2014’an ve li gelek cihên Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên DAIŞ’ê, li Til Hemîs, Til Berak, Serêkaniyê, Hesekê û Dêre Zor têkoşîn meşand, herî dawî jî cihê xwe di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ya li dijhî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de girt. Rêheval Elî bi tecrubeyên xwe yên şer û wêrekiya xwe di demek kurt de di asta fermandariya tabûr de erk girt û birêve bir. Her tim, bi sekna xwe ya dijwar a li hember dijmin û sekna xwe ya rêzdar û dilnizim li hember rêhevalên xwe, bû mînakek. Pirsgirêkên xwe yên tenduristî tu caran ji xwe re nekir astengî, ji bo her erk û berpirsiyartiya ku jê dihat payîn amade bû. Heval Elî yê ku di demek kurt de bi xwe re guhertinên mezin çêkir, bi nirxên ku li şoreşê zêde kir wê her tim Elî ji aliyê rêheval û gelê xwe ve were bibîr anîn.

Em hevalên xwe yên ku şehîd ketine bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Em soz didin heya ku em azadiya ku her tim bû xewn û xeyalên van şehîdan pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”