Nagîhan Akarsel li Şehbayê hat bibîranîn

Navenda Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî.

Navenda Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê merasîma bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li dar xist.

Di merasîma bîranînê de endama Navenda Jineolojiyê Henenê Hesen axivî û şehîdên têkoşînên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Şehîd Nagîhan di dema li Efrînê de li her cihî geriyaye û nîqaşên me ya bi şehîd Nagîhan re her tim li ser jin û civakê bûn."

Du sînevziyonên ji aliyê Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li ser jiyana şehîd Nagîhan û li ser kar û xebata wê ya li tevahî Kurdistanê hatibû amadekirin, hatin pêşkêşkirin. Her wiha aliyê endamên Navenda Jineolojî ya Efrîn û Şehba ve helbest hatin gotin. Sînevziyona bi navê Hezkirina Sêvê ku ji aliyê Navenda Jineolojî ya Efrîn û Şehba ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmê “Şehîd namirin” bi dawî bû.