MSD: Tekane rêya çareseriyê diyalog e

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku di warê avakirina neteweya demokratîk û biratiya gelan de bi diyalogê kêşe dikarin werin çareserkirin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi wesîleya salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. MSD’ê diyar kir ku bi pratîzekirina neteweya demokratîk û biratiya gelan ew ê têkoşîn were geşkirin.

Daxuyaniya MSD’ê wisa ye:

“Li ser dilsoziya bi xwîna şehîdan re ku di şerê parastina azadiya gel û axa Sûriyeyê de canê xwe feda kirine û bi boneya sêyemîn salvegera damezirandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de em diyar dikin ku şerê me yê rizgarkirin û avakirinê berdewam e û em ji bo parastina hevgirtina Sûriyeyê xebatên xwe di asteke bilindtir de didin meşandin. Nemaze bi rêya hevkariya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de û hevgirtina helwestan de û piştrastkirina mafên welatiyan di wekhevî û edaleta civakî de. Welatê ku tê de jin karibin beşdarî xebatên siyasî û rêveberî bibin û wekheviya hemûyan pêk were.

Bi saya siyasetên MSD'ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya berxwedana xwe de axeke berfireh ji axa Sûriyeyê ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kir û hê jî berxwedana xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê li bajaroka Hecîn didomîne. Li rex şerê rizgarkirinê meclîsên sivîl û xizmetguzariyê hatin avakirin da ku ewlehî û aramî li van herêmên rizgarkirî were çespandin. Herî dawî damezirandina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî sîstema nenavendî ya demokratîk bû ku em ji bo paşeroja Sûriyeyê dixwazin. MSD'ê ji bo pêkanîna hevgirtina opozîsyoneke demokratîk û laîk însiyatîfên xwe pêşkêş dike. Em hewl didin van hevdîtinên xwe berdewam bikin da ku kongreya niştîmanî ya giştî Sûriyeyê were lidarxistin. MSD'ê li ser rêya xwe ya aştî û avakirinê rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina hemû dozên Sûriyeyê ji xwe re esas digire. Li ser vê baweriyê MSD'ê danûstandina bi hikumeta Şamê re dest pê kir, ji ber ku MSD'ê piştrast dibîne ku çareserî wê di nava aliyên Sûriyeyê bi xwe de pêk were. Şam paytext e û divê demokratîk be û tê de jiyaneke rasteqîn ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê were avakirin. Her wiha divê hevkariya hemûyan di jiyana siyasî de pêk were û desthilatdarî bi rêya veguhastineke aştiyane û çalakiyeke siyasî bi çavdêriya civaka navneteweyî were tunekirin.

Heta niha û di van 3 salên borî de MSD'ê karibû bi roleke girîng li ser qada siyasî rabe, nemaze bi rêya projeyên ku pêşkêş kirine û li herêmên rizgarkirî pêk anîne ku li van herêman desthilatdarî hatiye tunekirin. Êdî pêwîst e bibe aliyekî sereke ji çalakiya siyasî.

Bi vê boneyê em damezirandina MSD'ê careke din li hemû welatiyên Sûriyeyê, partî, sazî û aliyên serbixwe yên di bin sîwana MSD'ê de pîroz dikin. Em serkeftinê ji hemûyan re dixwazin ku dawî li şer bînin. Em rehmetê ji şehîdan re dixwazin û aştî û aramiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em piştgiriya şervanên xwe li eniyên şer dikin û em ê bi hev re ber bi rizgarkirina Efrînê ve biçin ku bûye qurbanê komployeke ku nayê jibîrkirin. Em xebatên xwe ji bo avakirina neteweya demokratîk û pêkanîna biratiya gelan di asta herî jor de bidomînin."