MSD'ê encamnameya kongreya xwe ragihand

Kongreya 3'an a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku li Tebqayê pêk hat, bi dawî bû.

Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) cara sêyan roja Duşemê li Tebqayê bi tevlêbûna 270 delegeyî pêk hat.

Encamnameya kongreyê ku Emîne Umer û Riyad Derar bûne hevserokên wê wiha ye:

"Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 16'ê Tîrmeha 2018'an li bajarê Tebqayê bi dirûşa 'Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeya Demokratîk a ne navendî ve' û bi beşdarbûna nêzî 300 delegeyî û mêvanên ji nûnerên hêz, partî, deste û rêxistinên rêveberiyên xweser û ên sivîl, QSD, kesayatên niştimanî yên opozisyona derve û ya hundurîn hate lidarxistin.

Bi dehan peyamên pîrozbahiyê ji aliyê partî û hêzên Kurdî, Erebî, kesayetên civakî ve hatin şandin. Di hemû peyaman de piştgiriya kongreyê hate kirin û têkoşîna wê ya di vê pêvajoya ku Sûriye û Rojhilata Navîn û cîhan tê re derbas dibe hate silavkirin.

Di vê pêvajoya berdest de pêdivî bi nêrîneke demokratîk û rêxistinî û bi berpirsyariyê heye. Her wiha divê mirov ji nêzîkatiyên berjewendiyên partiyan jî xwe vegirin. Li ser vê Meclîsa Sûriyaya Demokratîk banê rêveberiya xweser û meclîsên sivîl, banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Beşdaran diyar kirine ku çareseriya siyasî û diyalog rêya xilasbûna ji krîzê ye.

Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Hevseroka Meclîsê ve hate kirin, hin mêvan jî axivîn. Her wiha peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Kongreyê bi xwendin û nirxandinên xebatên meclîsê, her wiha xwendina raporên buroyên wê, rêzikanmeya meclîsê û guhertina wê dewam kir.

Her wiha mekanîzmeya Meclîsên hate guhertin. Li gorî wê tekezî li ser ku doza niştimanî bingeha çareserkirina dozên civakî ye, di nav de dozên girêdayî mafê pêkhateyan hate kirin.

Beşdaran damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk nirxandin û weke gaveke ber bi çareseriya aloziyê Sûriyeyê ve destnîşan kir û dibînin ku nêrîna wê ya ji bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn ya herî rast e û damezrandina projeya Sûriyeya demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkumen û hwd pêk tîne.

Kongre gelek biryar girtin û hin xalên rêziknameyê guhertin. Dîsa jî tekezî li ser domandina xeta stratejîk li gorî mekanîzmeya sazbûnê, nirxên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan û yekîtiya çarenûsa gel dike.

Beşdaran diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk bibin û hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya li Şehbayê hate lidarxistin, pêk bînin û bi hemû saziyên niştimanî, herêmî, cîhanê ji bo vegera gelê Efrînê bixebitin.

Beşdaran di dawiyê de Emîne Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hilbijartin û Îlham Ehmed jî wekî Seroka Desteya Rêveber a meclîsê  hilbijartin. Her wiha 41 endamên meclîsa serokatî ya meclîsê, di nav de 20 jin hatin hilbijartin. Endamên desteyê jî di civîna yekemîn de werin hilbijartin. Endaman soz dan ku ew ê xeta şehîdên azadî û demokrasiyê bişopînin û ji bo avakirina pergaleke ne navendî û demokratîk li Sûriyeyê bixebitin."