Mîtan ê ku bi berxwedanê azad bû

Mîtan zanîbû ku bi têkoşînê dikare hebe, bi berxwedanê dikare azad bibe.

Bi Şoreşa Rojava re nêzî 13 hezar lehengî ji bo parastina malbat, gel û xaka xwe canê xwe feda kirin. Yek ji wan jî Kemal Mihemed Elî Dûdû (Mîtan Şoreş) bû.

Mîtan Şoreş sala 1995'an li Serêkaniyê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir.

Hîn ji zarokatiyê ve hezkirina welêt kete dilê wî. Zanîbû ku ji bo welatê xwe yê dagirkirî divê hîn bêhtir bixebite û bi bandora Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2016'an de tevlî nava QSD'ê bû. Li bajarekî bi tenê nema, li ku derê pêwîstî pê hebû, berê xwe da wê derê.

Mîtan Şoreş piştî têkoşîna xwe ya ji 6 salan, di 6'ê Mijdarê de li Qamişloyê di êrîşa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bombebarkirî de şehîd bû.

Min berê xwe da mala malbata Şehît Mîtan. Zarokekî zerik derî li min vekir. Navê wî Tarik e, 2 salî ye. Piştre min fêhm kir ku zarokê destpêkê yê Şehîd Mîtan e. Hevjîna Şehîd Mîtan Ayşe pêşwazî li min kir. Di temenekî ciwan de hevjînê xwe ji dest da. Pitika wê ya 8 mehî Lîlyan û Tarik nîşan da û got, "Yekane yadîgarên min ên ji Mîtan mane."

Şehît Mîtan ku di nava atmosfera têkoşînê ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bû, piştî ku bi Ayşe re zewicî dayik û bavê xwe jî girt gel xwe û bi hev re man. Dayika Mîtan Ebta Elî û bavê wî Mihemed Elî li salonê rûdiniştin. Dilê dayikê destpê kir ku qala wî bike. Tevî ku mehek di ser şehadeta wî re derbas bû jî dayikê digot ku ew hînê nikare bawer bike ku ji dest daye. Her wiha got, 'Ne tenê Mîtanê min, me bi hezaran ewladên leheng ji dest dan. Bi hezaran zarok bêbav man'.

Ji rûyê bav Mihemed jî hêrsa li dijî êrîşên dewleta Tirk diyar bû. Malbata Dûdû malbateke ji Serêkaniyê ye. Piştî ku dewleta Tirk li Serêkaniyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, di roja 3'emîn de neçar man ku mal û zeviyên xwe li pey xwe bihêlin û koçî Rimêlanê bikin. Bav Mihemed got, "Destpêkê mal û zeviyên me ji me standin, piştre jî kurê min ê biçûk Kemal ji me birin."

Tarik û Lîlyan, herdu zarokên Mîtan ên li pey wî man. Lîlyan bêdeng e. Zarokeke ku firsend nedît bavê xwe nas bike. Haya xwe jê nîne ku malbata wê têkoşîneke çawa meşandiye, nizane ku bavê wê şehîd bûye. Tarik jî bi liv û tevger e, ji nebûna bavê xwe aciz e. Timî dipirse 'te bavê min anî, wê kengî bê?' Wêneyê Mîtan nedida kesî, digot bavê min e. Dema bi dayika wî Ayşe re diaxivin, timî radihêje wêneyê bavê xwe û direve, dibêje 'bavê min e'.

Hevsera Şehîd Mîtan Ayşe Mihemed Mehmûd û bavê wî Mihemed Elî Dûdû qala Şehîd Mîtan kirin.

Ayşe Mihemed Mehmûd (22) ji bo hevserê xwe Kemal dibêje Hevalê Mîtan û wiha qalê dike:

"Di 19'ê Kanûna 2019'an de em zewicîn. Du zarokên me hene bi navê Lîlyan û Tarik. Yekî li pey heqîqetê bû. Gelekî ji hevrêyên xwe hez dikir. Yekî dilpak bû. Kes nedişikand. Bêdeng bû. Yekî nepirsiya, ew zû bi zû nediaxivî. Me nekarî mîna hevjînên ji rêzê bijîn. Mîtan 25 rojan wezîfeya xweparastinê pêk dianî, mehê tenê 5 rojan dihate malê. Carna ew 5 roj ji bo Mîtan nediqediya, nedisekinî vedigeriya gel hevrêyên xwe.

HÎS DIKE KU MÎTAN ŞEHÎD BÛYE

Dema ku şehîd bû, beriya her kesî ez çûm. Min bi destê xwe Mîtan xist wesayitê û me bir nexweşxaneyê. Ez li gel dayika xwe bûm. Nîv saet beriya şehîd bikeve gotibû ku wê piştî saetekê bê. Hesteke nebaş kete dilê min. Piştî demekê dengê teqînê hat, min kir qîrînî û min ji dayika xwe re got wesayita Mîtan e. Min hîs kiribû. Çûm cihê êrîşê, min fêhm kir ku wesayita Mîtan e û beziyam.

PEYVA BAV A LÎLYAN NEBIHÎST

Bi têra xwe zarokên xwe nedît. Tarik jê re nedigot bav. Mîtan jî digot, bila nebêje bav, bila bibêje heval. Tarik hîn jî hînî çûyîna wî nebûye. Her roj radihêje telefonê, dibêje bila carna bê malê. Lîlyan ji xwe bavê xwe nas nake. Hîn 8 mehî ye. Mîtan bêhtir ji zarokên keç hez dikir. Lîlyan ji bo wî cuda bû. Her gava dihate malê digot, gelo wê kengî bibêje bavo. Roja ku şehîd bû Lîlyan got bavo, lê Mîtan nebihîst. Hîn jî nikarim qebûl bikim ku Mîtan şehîd bûye, mîna ku li gel min be. Mîtan çawa be, ez ê jî bi heman rengî bim. Ez ê li ser şopa wî bim. Ez ê zarokên xwe ji hezkirina Mîtan bêpar nehêlim. Hezkirina min a ji mÎtan re ji zarokên min re ma.

DIVÊ BI HEZARAN MÎTAN TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBIN

Mîtan çawa pêşengî ji şoreşê re kir, çawa ku bû wesîle ji gelek serketinan re û şehîd bû, ez ê li ser şopa keda Mîtan bim. Mîtanek çû, divê bi hezaran Mîtan xizmetê ji şoreşê re bikin."

BI SAMÎMIYETA XWE DIHATE NASKIRIN

Mihemed Elî Dûdû (73) qala kurê xwe kir:

"Sala 2016'an piştî wezîfeya Xweparastinê li Til Temir, Dêrik, Hol, Minbic, Tebqayê cihê xwe di pêngavan de girt. Kurê min Mîtan yekî bi exlaq bû. Gelek hevalên wî hebûn. Yekî samîmî bû. Bi ya hevrêyên xwe dikir. Li malê jî bi heman rengî bû. Rojekê bersiveke neçê neda. Zêde nediaxivî, lê belê dema ku dest bi sohbetê dikir min dixwest lê guhdarî bikim, nêrînên xwe yên cuda hebûn. Dilsozê xaka xwe bû, timî qala hezkirina ji warê xwe dikir.

SÎSTEMA SÛRIYEYÊ RED KIR

Mîtan li Şamê heta pola 5'an xwend. Me xwest xwendinê dewam bike, lê belê wî hez ji xwendinê nedikir. Şamê em weke welatî qebûl nedikir. Nasnameya me tune bû. Mîtan jî digot, eger bibim doktor, parêzer an jî mamoste, li welatê ku min weke welatî nabîne, ez çi karim bikim? Nedixwest biçe dibistanê.

XWEST LI KURDISTAN A AZAD BIJÎ

Timî qala Kurdistanê dikir. Digot, 'Em ê kengî xwe bigihînin Kurdistaneke azad, em ê kengî li welatê xwe bi rengekî aram bijîn'. Ji her kesî re qala hesreta xwe ya li Kurdistana azad dikir. Yekane daxwaza xwe ew bû ku li Kurdistana azad bijî, çavê xwe ne li malê dinyayê bû.

DIVÊ RASTÎ BAŞ BÊ ZANÎN

Gel divê rastiyê baş zanibe. Eger bibe yek, bi taybetî jî gelê Kurd dest bide hev, xayinan ji nava xwe derxîne hingî zilma li gelê Kurd jî wê bi dawî bibe. Em ê hîn ê heta kengî di bin zilmê de bin?"