Mirovên oldar jî ber bi Efrînê ketin rê
Heyetek ji kesên bawermendên olî yên cûr be cûr ên herêmên Cizîr û Firatê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê, ber bi Efrînê ve ketin rê.
Heyetek ji kesên bawermendên olî yên cûr be cûr ên herêmên Cizîr û Firatê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê, ber bi Efrînê ve ketin rê.
Heyetek ji oldarên herêma Cizîr û Firatê ku ji nûnerên olên Misilman, Êzîdî û Xiristyan pêk dihatin, bi armanca piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku ketibûn ser rê, gihiştin Minbicê.
Li Minbicê li ser navê heyetê Miftiyê Herêma Cizîrê Seîd Hîşam axivî û wiha got; “Em êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar û nelet dikîn. Êrîşa ku bi rêveberiya Erdoganê dagirker ku Îslamê îdîa dike pêk tê, lê bi awayekî hovane û bê ser û ber welatiyên sivîl li Efrînê topbaran û bombebaran dike. Ti ol kiryarên wan ên ku li Efrînê pêk tê qebûl nake.”
Piştî axaftin bi dawî bû, oldaran sirûda aştiyê bi zimanên Erebî û Kurdî gotin.
Heyet piştî axaftinê ber bi Efrînê ve ketin ser rê.