'Mîna DAÎŞ'ê wê têk biçin'

Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê gotin, mîna DAÎŞ'ê ya ku êrîşî warê wan kir, wê dewleta Tirk jî têk biçe.

Şervanên li eniya Eyn Îsayê diyar kirin ku ji sala 2019'an û vir ve êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê nesekinîne û destnîşan kirin ku ew ji her cûre êrîşan re amade ne.

Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê Mazlûm, Zinar û Alan ji ANF'ê re axivîn.

EM JI ÊRÎŞAN RE AMADE NE

Mazlûm Girê Spî: Êrîşên dewleta Tirk ji xwe her tim hebûn, qet nesekinîn. Niha careke din ji bo êrîşeke ji bejahî ve gefê dixwe. Em; şervanên QSD'ê ji her cûre êrîşan re amade ne. Ji sala 2014'an heta 2019'an em li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û me ew têk bir. Em ê dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê têk bibin.

ME SOZ DAN GELÊ XWE

Zinar Girê Spî: Dewleta Tirk her carê dibêje ku wê êrîş bike. Em; şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê amade ne ku bersivê bidin. Ji dewleta Tirk heye ku wê mîna êrîşên dagirkeriyê yên beriya niha be. Em vê sozê didin gelê xwe; çawa ku me çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, em ê dewleta Tirk jî têk bibin.

VÊ CARÊ WÊ CUDA BE

Alan Girê Spî: Dewleta Tirk bi salan e êrîşî xaka me dike. Dibe ku hin cih dagir kiribe. Gefên ji bo dagirkirinê van rojên dawî dubare dike. Li pey dagirkeriyê ye. Du hefte ne êrîş zêde kiriye. Vê sibehê jî obus avêt Eyn Îsayê. Bila her kes bi vê zanibe; vê carê wê gelekî cuda be. Ev xak mîna ku li DAÎŞ'ê bû goristan wê li dewleta Tirk jî bi heman rengî bibe.