Piştî şehadeta kurê mamê xwe Rojdem û Îbrahîm, Siwar ê ku soza tolhildanê dabû, ala ku ji şehîdan dewir girtiye, bilind kir. Siwar ji ber ku her du lingên xwe winda kirine, di bin bandora hevrêyên xwe yên xazî de têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne.
Siwar Rojdem li nuqteyên kontrolê yên li Til Temirê yên bi Şoreşa Rojava re hatine avakirin, şervanan nas dike û têkiliyên xwe yên nêz ava dike. Ji bo ku şervan germ bibin dest bi anîna êzing û sotemeniyê dike. Siwar piştî demekê dar û mazot kir hincet, car din çûn û hatina xwe ya li gel vê koma biçûk berdewam kir û meraqa wî ya li hember fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir. Dengê şoreşê dest pê kir, gelek ji malbata Siwar tevlî nava refên YPG'ê bûn û ji ber tevlîbûna malbatê ya zêde tevî israra xwe Siwar tamîrkirina wesayîtan berdewam kir. Bi vî rengî, ew bi pêkanîna tamîrkirina wesayîtên ku li eniyê xera bûne, beşdarî şoreşê dibe. Çend meh piştî şehadeta kurê apê xwe Rojdem li gundê Xeybîş, agahiya şehadeta birayê Rojdem Îbrahîm wergirt. Siwar, di biryara xwe ya şopandina rêya şehîdan de israr dike, çek hiltîne û berê xwe dide eniyê.
XWE GIHAND DOÇKEYA ROJDEM
Siwar ê ku yekemîn ezmûna xwe ya şer li gundê Xeybiş ê ku Rojdem lê şehîd bû bi dest xist, hem hewil dida cebilxane bigihîne û hem jî li eniyên şer di nava şerekî dijwar de bû. Piraniya gundên Til Temirê di destê şervanan de bûn lê hin herêm hatibûn dagirkirin. Li aliyê din ji bo gundên Kobanê ji çeteyan bên paqijkirin hemleya Şehîd Gelhat û li Herêma Cizîrê jî hemleya Şehîd Rûbar Qamişlo destpêkiribûn.
Siwar ê ku di Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de cih girtiye wan rojan wiha vedibêje: “Me rojê herî kêm du-sê gund azad dikirin. Em gihîştibûn Çiyayê Evdilezîzê. Me di Pêngava Şehîd Rûbar de gelek şehîd dan. Ji bo vê jî soza me ya tolhildanê hebû. Min di tevgerê de xeyalê xwe pêk anî û berpirsyarê doçkayê bûm û mîna doçkavan min cihê xwe girtibû. Şehîd Rojdem doçevan bû. Min her tim xwest ku li ser şopa wî bimeşim, di şerên li dijî dagirkeriyê de bibim doçkevan û hevrêyên doçkeya şehîd Rojdem dan min.
MALA KU EW Û EDNAN LÊ KETINE XEFIKÊ
Em li gundê Til Hemam bi hevrê Ednan re man. Hem em li benda tamîrkirina doçkeya xwe ku di şer de parçe lêketibû û hem jî ji bo parastinê ez li gel doçkeyê hevrê Ednan bûm. Me gelek gundên herêmê paqij kiribûn, lê gelek gundî hê jî li aliyê çeteyan bûn û me nas nedikirin. Di heman demê de gelek çete xwe di nava malan de veşartibûn û li firsendekê digeriyan ku êrîş bikin. Ji ber germa havînê ez û Ednan li ber siya xaniyekî li kêleka maşîna wî ya doçkayê sekinîbûn û li derdorê temaşe dikir. Wê sibê hevrêyan doçkeya min anîn. Dema min dît ku ew ji şer re amade ye ez rehet bûm. Wê rojê hin hevrê jî hatin. Me dest bi kolandina xendeqê kir. Wê demê kesên bi motorsîkletan ji dûr ve nêzî me dibûn. Dema gihîştin me, me pirsî ka çima hatine; gotin piştî ku çeteyan dest danîne ser mala wan, ew nikarin eşyayên xwe bigirin û xwestin eşyayên xwe bigirin.
Me şêniyên taxê yên ku vegeriyan herêmê, ji ber mayinên çeteyan hatine bi cih kirin, hişyar kirin û me got heta mayin neyên paqijkirin bila kes neyê malên xwe. Ew kom demeke dirêj li gund neman û piştî ku mal û milkên xwe girtin ji gund derketin. Paşê motorsîkleteke cuda ku zarokek jî di nav de bû, ber bi me ve hat, lê vê carê me gelek caran xwediyê motorsîklêtê li gundê Xeybiş dîtibû û ji ber ku guman çêdikir, me nehişt derbasî mala xwe bibe. Min û Ednan berê xwe dabû mala ku mêrik îşaret pê kir. Me odeya yekem kontrol kir. Dema ku ez ber bi odeya duyemîn ve diçûm, dengekî di dilê min de min bi paş ve dikişand, mîna ku bêje wî derî veneke. Dema Hevrê Ednan derî vekir û derbas bû, wê demê dilê min rehet bû. Deriyê oda sisiyan jî vekir, paqij bû. Wî berê xwe da ber deriyê oda duyemîn, lê dîsa jî ez ne rehet bûm. Hevrê Ednan bi vekirina derî re û zexta teqînê re ez li dîwar ketim. Ez ê paşê hîn bibim ku; Hevrê Ednan wê demê şehîd bûye.
MAYINEKE DIN TEQIYA
Ez jî di nav tozê de mabûm û rabûm ser piya, birîndar nebûm lê ji ber zexta teqînê gêj bibûm. Bi gav avêtina min re mayîneke din teqiya û dema min çavên xwe vekirin, ez li nexweşxaneyê bûm. Ji ber zexta teqînê û dermanên ku li nexweşxaneyê tên dayîn, ez ne li ser hişê xwe bûm. Carinan min dipirsî çima ez li nexweşxaneyê me û dîsa di xew ve diçûm. Êdî dem hatibû ku bêm ser hişê xwe, lê 26 roj min li pey xwe hiştibû. Min çavên xwe vekirin. Min betanî ji ser xwe rakir. Min dît ku her du lingên min ji ser çokê ve qûtbûne. Min bawer nedikir. Min carekê din betaniyê vekir û girt. Ev dubendî demek dirêj dewam kir.
DU ŞEHÎDÊN KU DIJIYAN BÛN BERSIV
Min dîsa xwe li ser nivînê dirêj kir û çavên xwe girtin. Pirsa yekem ku hat bîra min ev bû ku ‘ez ê çawa jiyana xwe bidomînim.’ Min her tim pirsa yekem a ku dihat bîra min ji xwe dikir bêyî ku biwestim. Malbata min û hevrêyên min ên nêzîk li dora min rewş ferq kirin. Rojekê du hevrêyên ku her du lingên wan ji ser çokê wan qûtbûn, hatin serdana min û wê rojê rêya jiyana min guherî. Ez bûm şahid ku girêdana wan a ji bo têkoşîn û hevrêyên xwe hiştiye ku ji jiyanê hez bikin. Piştî du meh û nîvan mîna sê şehîdên dijîn me destên hev girtin û em ji nexweşxaneyê derketin.”