Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ku peyamek ji bo civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê ku li paytexta Îtalya Romayê pêk hat re şand, bal kişand ser bi deh hezaran DAÎŞ’î û malbatên wan ên li nava kampan.
Peyama Ebdî ya li ser twîterê hate parvekirin wiha ye:
“Koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞ`ê û mîsogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAÎŞ`ê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.
Em bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundraw werin çarserkirin.”