Meşa li Helebê: Em ê bi berxwedanê Lozanê têk bibin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya salvegera Peymana Lozanê xwepêşandan li dar xistin û ji bo têkbirina Lozanê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bo boneya salvegera Peymana Lozanê ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve meşek hat lidarxistin. Bi sedan xelkê her du taxan, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyan tev li bûn.

Meş li qada Heft Şehîdan a li rojhilata taxa Şêxmeqsûdê rawestiya û veguherî mitîngê. Li vir endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Mihemed Şêxo û endama Meclîsa Giştî ya partiyê Suheyla Hesen axivîn û diyar kirin ku piştî Lozanê Kurdan gelek caran serhildan kirine û hîna serhildana wan bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berxwedana gelê Kurd, gelên herêmê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bersiva têkçûna Lozanê ye û ji bo têkbirina peymana Lozanê banga mezinkirina têkoşînê kirin.