Maşikê nû yê Erdogan: Osman Recep Taha

AKP, Recep Tayîp Erdogan û dewleta Tirk ji bo planên xwe yên li dijî Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê bixin meriyetê, hin maşikên nû ji xwe re çêdikin.

Di plana nû de kesê nû ku ristekî mezin danê û îxanetkar Osman Recep e.

Piştî ku bi dehan siyasetmedarên qelp, kesên xwedêgiravî leşkerî teşîr bûne niha jî bi kes û îxanetkarên nû li Efrîn, Heleb, Şehva, Rojava û Bakurê Sûriyê li pey plan û lîstikên nû ne.

Dewleta Tirk , bi taybetî jî AKP û Erdogan ji bo Şoreşa Rojava bifestisîne, ji armanca wê dûr bixe gelek plan girêdan. Parçeyek ji hemû planên wê ew bûn ku peywirê bide hevkaran. Di dema destpêka Şoreşa Rojava de, sala 2012’an di qada siyasî peywirdarê pêşî Abdulbasît Seyda bû. Seyda danîn ser xwedêgiravî muxalefeta Sûriyê. Di heman demê de ENKS hate damezirandin. Di nav ENKS’ê  de peywir dane H. Beşar, F. Alîko, I. Biro û S. Haco ku bi dijberiya Rojava Kurdistanê planên genî girêdidan, peywireke mezin dabûne van. Diyar bû ku ev îxanetakar û hekar li ser navê MÎT’ê dixebitin û bi dijberiya Rojava rol dane wan. Lê hê jî peywira xwe ya dijî şoreşê didomînin. Di qada leşkerî de li Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Kobanê, Helebê, Şehba û Efrînê jî di ser hina kesan re yekîne yan jî koman çêdikin.

Li derdora Efrîn û Helebê kesekî bi navê Bêwar Mistefa bi komên bi navê Azadî û Selehaddîn, li Şehba û Babê hevkarekî bi navê Mistefa Hecî Bessem bi komeke ku Yusuf El Azma ava kirî xwest karîger bibe. Van koman li Helebê û Efrînê êrîş birin ser herêm, tax û gundên Kurdan. Bêwar Mustafa 2014’an bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew li Til Hemis û  Til Birakê li dijî YPG’ê bi Ehrar Şam re tevdigerin û gelek kes ji wan hatine kuştin. Piştre di dema dagirkirina Cerablûs, Raî, Bab, Exterîn, Ezaz û Şehbayê de hin nav û kesayat derxistin pêş. Di vê pêvajoyê de ji Qibbesinê Mehmûd Xelo, ji gundê Şewerînê Mehmûd Hemo û ij gundê Xûzê Şêx Mistefa Xûz dane pêş. Kom bi van dane avakirin. Lê bi dagirkirinê re pratîkên van ê nebaş ku berê li herêmê nîşan dabûn teşîr bûn.

Piştî ku ev komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li qada siyasî û leşkerî weke maşikekê tên bikaranîn deşîfre bûn, di demên dawî de planên nû li ser maşikên nû sazkar dikin.

XIYANETKARÊN NÛ

Tirkiye di demên dawî de plana xwe ya qirêjî ya  ku ji 2011’an ve li dijî Heleb, Efrîn û Şehbayê li ser dixebite vê carê jî di ser kesekî bi navê Osman Recep Taha dixwaze pêk bîne.

Osman Recep ji gudê Qaar Qelbînê yê Şehbayê ye. Di dema rejîma Bees a Sûriyê de sîxuriyê kiriye. Li  ser milîtan û welatparêzn Kurd ên tevgera azadiya Kurd daye. Osman Recep her hem bi îstîxbarata rejîmê re dixebitî û di heman demê de karê firotina tiryakê, çixareyê û qeçaxiya mirovan jî kiriye. Bi sedan welatparêzên ku vî kesî bi rejîmê dane girtin hatine êşkencekirin û gelek ji wan bi salan di zindanên rejîmê de mane.

DERBASÎ KILÎSÊ BÛ

Osman Recep Taha 2011’an dema ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê dike diçe Kilîsê bi Mîtê re têkildar dibe û ji Rojava mirovan direvîne, çeteyan birêxistin dike. Her wiha li gel vê bazirganiyê û karê mafyayê dike. Pereyên ku bi dest dixe jî ji bo çeteyan fînanse bike bi kar tîne.

Piştre diçe Stenbolê, li Stenbolê jî bi karê mafya û bazirganiyê dike. Ji hêla AKP’ê ve ji bo xebatên referandûmê li Kilîsê dixebite, di referandûmê de ji bo ku penaberên li dora Kilîsê dengê xwe bidin AKP’ê dixebite. Li gel ku dengê wan nebû jî bi deh hezaran mirov di dengê xwe dan. Ji bo ku dengê xwe bidin bi gotina ez ê kar û xanî bidim wan ji Kilîsê ew derbasî Dîlokê kirine.

ÎXANETA JI ESL VE

Apekî Recep Taha ê bi navê Alî Şaba Taha Omer Olsam tevlî nav tevgera Azadiya Kurd bûbû. Osman 2003’yan ji Başûr direve û xwe li PDK’ê digire. Piştî demekê bavê wî ji Başûr wî dibe Sûriyê û radestî rejîmê dike. Lê ji bo ku Osman di nav xebatên îstîxbaretê de ye heman rojê tê berdan.

Kurapekî wî jî nûnertiya DAIŞ’ê ya Dîlokê kiriye û hê jî karê xwe didomîne. Li Dîlok û Kilîsê bûroye DAIŞ’ê vekirine, yên ku ji bo tevlê DAIŞ’ê bibin pêşwazî dike, wergeriya wan dike û wan derbasî Sûriyê û Rojava dike.

BI MALBATÎ ÇETE NE

Xalekî Osman Recep niha li Elmanya Hambûrgê dimîne. Ev xalê wî beriya niha li Bab, Exterîn û Şehbayê mîrekî fermî yê DAIŞ’ê bû. DAIŞ’ê ew bi fermî kiribû mîrê xwe. Piştre derbasî Tirkiyê û ji wir derbasî Elmanya bû. Tê gotin çalakiyên li Elmanyayê ev kes kontrol dike.

Apekî dî yê Osman Recep, Şabat Omer Taha li Kilîsê nûnertiya DAIŞ’ê dike. Ev apê wî DAIŞ’iyan pêşwazî dike û wergeriyê ji wan re dike. Piştre jî ew dişandin Rojava û Sûriyê. Apê wî hê jî vî karî didomîne.

JI ERDOGAN Û HIKUMETÊ RE DIXEBITIN

Wêneyên Osman Recep vekirî ye bê ka kî ye û bi kê re dixebite. Recep ji nêz ve  Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Hunir ê Tirk Suleyman Soylû û gelek wekîlên AKP’ê, burokratan nas dike. Wêneyên Recep li gel yê bi AKP’yiyan re bi MHP’ê û faşîstên ulkucu re jî gelek hene.

Ev wêne jî nîşan didin ku Osman Recep her tiştî bi hevkariya AKP û MHP’ê dike.

DI PLANA NÛ DE SEREKÊ QORICIYAN E

Osman Recep di referandûmê de ji hêla AKP’ê ve li Kilîsê hate peywirdakrini. Yek ji kesê ku li Cerablûs, Bab, Raî, Exterîn û Ezazê hatî peywirdarkirin ev kes e. Niha jî hewl tê dayin ku bi taybetî li Şehbayê wî bînin ser yekîneyek, tabû, tûgayekê ku dixwazin niha ava bikin. Çend rojê berê çeteyan li Şehbayê 100 kes revandibû. Ji van hatiye xwestin ku ev kes tevlî nav yekîne, tabûr, tugayê bibin ku ji hêla Osman Recep ve wê were avakirin. Piştî hevdîtina Recep Osman a bi rayedarên Tirk re, bi şertê ku tevlî yekîneyên lig undan bibin serbest hatine berdan. Ev rewş jî destpêka sazîkirina qorîcitiya Osman Recep a li Şehbayê ye.