Malbatên şehîdan li Şehbayê 9'ê Cotmehê şermezar kirin
Li gundê Til Qiraha Şehbayê bi sedan malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê ji bo komploya 9’ê Cotmehê protesto bikin, meşiyan.
Li gundê Til Qiraha Şehbayê bi sedan malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê ji bo komploya 9’ê Cotmehê protesto bikin, meşiyan.
Bi sedan malbatên ji herêmên Efrîn û Şehbayê ji bo komploya 9’ê Cotmehê ya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bikim ji navenda gundê Til Qiraha Şehbayê dest bi meşê kirin.
Di meşa bi girseyî de pankarta bi nivîsa, "Bi rihê berxwedana gelan em ê komploya navneteweyî ya salvegera 22'an têk bibin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin”, “Dem dema azadiyê ye dema têkbirina komploya 9'ê Cotmehê ye”, “Bi fikir û felsefeya rêber Apo em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî rizgar bikin”, “Dem dema parastina şoreşê û rizgarkirina rêber Apo ye” û wêneyên şehîdên têkoşînê û Berxwedana Serdemê hildan.
Meş li dawiya gund vegeriya mitîngê û di mitîngê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa û li ser navê Meclîsa Şehbayê Rehmê Elo axivîn. Di axaftinên hatîn kirin de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û teqez kirin ku wê bi xwîna şehîdan Rêber Apo azad bikin û Efrînê rizgar bikin.
Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.