Malbata ji Efrînê reviya: Dewleta Tirk Efrîn herimandiye

Hinek ji malbatên Efrînê, ji bo mal û zeviyên wan neyên desteserkirin piştî dagirkirinê vegeriyan Efrînê. Lê belê ji ber zilm û zordariya leşker û çeteyên dewleta Tirk neçar man careke din cih û warê xwe biterikînin.

Piştî ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kirin, bi sed hezaran Efrînî meha Adarê neçar man dest ji mal û zeviyên xwe berdin û berê xwe bidin herêma Şehbayê. Piştre hin malbat ji bo zevî û malên wan neyên desteserkirin vegeriyan Efrînê. Lê belê malbatên vegeriya Efrînê ji ber talan, dizî, revandina mirovan û êşkenceya leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din neçar man ji Efrînê koç bikin.

Malbata H.M. jî yek ji wan malbatan e ku piştî hat Şehbayê vegeriya Efrînê. Malbatê zilm û êşkenceya ku piştî vegeriya Efrînê dît, ji ANF'ê re vegot. H.M. got, piştî ku Efrîn hate dagirkirin hin kesan gotin ku li Efrînê rewşeke metirsîdar nîne, ew jî bi wan xapiyan û vegeriyan. Lê belê dîtin ku Efrîn herimandine û kirine mîna dojehê.

EFRÎN KETIYE NAVA LEPÊN GURAN

H.M. bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê gel neçar ma cih û warê xwe biterikîne û berê xwe bide Şehbayê. H.M. anî ziman ku ew 2 mehan li Şehbayê man û got, "Destpêkê gotin ku tiştek bi Efrînê nehatiye. Em piştre li Efrînê vegeriyan. Lê belê dema ku em vegeriyan, me dît ku rewş ne weke ku hatiye gotin e. Efrîn gelekî bedew e, lê ketiye destê guran. Efrîn kirine dojeh."

H.M. ragihand ku sîxur li Efrînê gelek in û wiha dewam kir: "Ne diyar e bê kî kê dikuje. Dijmin bê wijdan e. Dikevin nava malan, diziyê dikin. Mirovên bê guneh digirin. Hev dikujin. Her êvarê dikevin nava malan û mirovan direvînin. Her şevê herî kêm 5-10 kesan dibin. Êdî nedibû û me got, 'mal, milk diçin bila biçin. Li cihê ku jiyana mirovan ne ewle be, wateya mal nîne' û em derketin."

'RÛYÊ XWE DINIXUMÎNIN Û DIKEVIN NAVA MALAN'

H.M. got, piştî ku vegeriyan Efrînê 15-20 rojan kesî dest nedan wan û wiha dewam kir: "15-20 rojan disekinin. Piştre rûyê xwe dinixumînin û dikevin nava malan. Ji xwe her tişt piştre dest pê dike. 15 rojan carekê tên. Tişta ku ji me re hate gotin û tişta ku me bi çavên xwe dît, ji hev gelekî cuda ne. Rewşa me ya li Şehbayê gelekî baştir bû.

Agir berdane derdora Efrînê. Darên zeytûnê difiroşin. Mal û milkên gel di nava xwe de parve dikin. Dema ku xwediyê malekê diçe cem wan û mala xwe dixwaze, nadin. Dibêjin, 'Biçin gilî bikin'. Em ê giliyê kê li cem kê bikin? Li cem Tirkan, li cem çeteyan? Em bê çare bêdeng dimînin."

'JI BER ÇETEYAN EM NEÇAR MAN CAREKE DIN BIREVIN'

Hevsera H.M., K.H jî anî ziman ku ji bo xwedî li mala xwe derkevin ew vegeriyan Efrînê û got, "Destpêkê ji ber bomberdûmana balafiran em ji Efrînê derketin. Wesayita me tine bû, em bi peyatî hatin Şehbayê. Ji me re gotin, 'werin, eşyayên we tên dizîn, mala we tê talankirin'. Em jî rabûn û çûn. Lê dema ku em çûn, me dît ku rewşa Efrînê gelekî nebaş e. Ji ber çeteyan em neçar man careke din dest ji cih û warê xwe berdin. Ji ber ku wesayita me nîne, em dÎsa bi peyatî hatin Şehbayê. Zarokên me di rê de perîşan bûn. Nexweş ketin. Efrîn Efrîna me ya berê ye, lê belê bi destê çeteyan û dewleta Tirk perîşan bûye. Mirovan direvînin, keçan direvînin, mirovên extiyar direvînin. Lê herî zêde ciwanan direvînin."

ZAROKAN DIREVÎNIN Û FÎDYEYÊ DIXWAZIN

K.H. diyar kir ku çete zarokên biçûk jî direvînin, fîdyeyê di berdêla wan de dixwazin û dema ku fîdye nayê dayin, ew nizanin bê çi tînin serê zarokan. K.H. got, "Jin timî di malê de ne. Dema ku derdikevin derve, nîv saetê, saetekê nikarin li derve bisekinin. Ditirsin. Zarokan direvînin. Du caran hewl dan kurê min birevînin. Kurê min ji wan reviya û kete hundir. Bi vî rengî xwe ji nava lepên wan rizgar kir. Li wê derê 5-6 zarok revandin. Zarokan direvînin û pereyan ji malbatên wan dixwazin. Em nizanin bê dema pere nayê dayin çi bi wan zarokan dikin. Em nizanin bê wan dikujin an jî dibin cihekî din. Lê belê zarokan venagerînin. Li her derê çete hene. Bi giranî ji Xûtayê hatine. Çete hevdu jî dikujin. Ji bo salona dawetê ya li Efrînê du komên çete bi hev ketin, ji hev kuştin."

ZAROK WÊ TIRSÊ JI BÎR NAKIN

Ji zarokên malbata M., R.H jî ji ber tiştên dîtiye gelekî tirsiya ye û dike nake ji bîr nake. R.H. diyar kir ku çeteyan du caran hewl dan wî birevînin û got, "Li Efrînê gelek çete hene. Timî guleyan berdidin. Em gelekî tirsiyan. Du caran hewl dan min birevînin. Ez jî ji nava lepên wan reviyan û min xwe rizgar kir.

Me nikarîbûn li derve bilîzin. Dema ku fîşek diteqandin em diketin hundir. Em ditirsiyan ku li me bikevin. Em dixwazin vegerin Efrînê. Lê belê çete li wir hene. Em ji çeteyan ditirsin. Bombe diavêtin, hawan li dora me diketin. Dema ku balafiran bombe dibarandin min xwe li quncikeke malê vedişart û guhê xwe digirt ji bo netirsim. Em niha hatin Şehbayê. Ez li vir rehet im."