Li Til Temirê êrîş: Sivîlek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî navçeya Til Temirê. Di encamê de sivîlek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî navçeya Til Temirê. Di encamê de sivîlek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gundê Um El Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê îro serê sibehê bi obusan hate bombekirin.
Di encama bombardûmanê de Deham Ehmed Mihemed (26) birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn a li navçeyê.