Li Tebqayê di teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Li navenda bajarê Tebqayê doh teqînekê rû da. Ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn ku yek jê jin e, yek jî zarok e.
Li navenda bajarê Tebqayê doh teqînekê rû da. Ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn ku yek jê jin e, yek jî zarok e.
Li gorî agahiyên ji Hêzên Ewlekariya Navxweyî hatin wergirtin, doh li kolana Fayîz Mensûr a li rojhilatê navenda bajarê Tebqayê du madeyên teqînê saet 19:00 teqiyan.
Li gorî agahiyan, ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn ku yek jê jin e, yek jî zarok e. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Tu El-Hedîsa. Tê gotin rewşa zarokê birîndar giran e.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.