Li  Tebqa rûyê Kurd, Ereb û Xiristiyanan dikene

Li Tebqayê ku wê salvegera 3'yan a azadiya wê were pîrozkirin rûyê Kurd, Ereb û Xiristiyanan dikene. Tebqayî ji van du salên dawî re dibêjin, ''salên aramiyê''.

Piştî ku 10'ê Nîsana 2017'an Tebqa ji hêla Hêzên Sirûyeya Demokratîk (QSD) ve bi temamî hate azadkirin van 2 salan bû yek ji bajarê mînak ê pergala xweseriya demokratîk.

Li bajêr ku Kurd, Ereb û Xiristiyanan bi hev re dijîn, piştî bidawîbûna hovîtiya DAÎŞ'ê ji hêla aborî, siyasî, çandî, perwerdehî û sosyal ve gelek gavên mezin da ber xwe.

Tebqa ya ku 2013'an pêşî ketî destê OSO û piştre 2014'an ketî destê DAÎŞ'ê bi operayoneke 50 rojî ya QSD'ê 10'ê Nîsana 2017'an hate azadkirin.

BAJARÊ ENERJÎ, ÇANDINÎ Û BAZIRGANIYÊ

Piştî ku Tebqa hate azadkirin, ku yek ji mezintirîn bendava Rojhilata Navîn lê ye, şêniyên bajêr dîsa li bajêr vegeriyan.

Nifûsa bajêr li gel gundan digihe 300-500 hezarî. Debara gel li gel hilbijarîna enerjiyê bi cotkariyê, xwedîkirina sewalan, masîgiriyê û bazirganiyê ye. Tebqa ji ber ku di sêgoşeya Heleb, Reqa û Minbicê de ye yek ji navenda girîng a bazirganiyê ye.

'ME ARAMÎ DÎT'

Li bajêr êdî rûyê welatiyan dike. Dema ku pirsa wan tê kirin, dibêjin, ''Bi destûra Xwedê, rewşa me pir baş e'' û didomînin, ''Em bi ser aramiyê ve bûn..Em ê êdî nehêlin ku kest aramiya me têk bide..Ev 2 sal in bi ewlehî em diçine ser kar û barê xwe..Kes êdî dest li ser keda me nadeyne..Em ne di bin nîrê kesî de ne..Hêvî idkim ku aramiya ku me dîtî li ser hemû Sûriyê serwer bibe..''

'JI BO ME BÛ MÎLAD'

Serokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Ehmed Silêman got azadbûna bajêr ji bo wan ''mîladek e''.   Silêman got, ''Azadbûna Tebqa ji bo me, ji bo gelê vir mîladek e. Piştî ku bajar hate azadkirin, civînên gel çêbûn û ew fikir çêbû hewceyî bi rêveberiyeke sivîl heye. Ji bo vê jî me komîte ava kirin. Komîteyeke berfireh bû ku hemû pêkhate di nav de hebûn.

Piştî ku bajarê me hate azadkirin bi 5 rojan me rêveberiya sivîl ragihand. Ev ji bo me gaveke pir girîng bû. Ji ber ku Tebqa ji bo hemû Sûriyê, ji hêla bazirganî, enerjiyê, çandinî û sewalkariyê ve bajarekî girîng e. Diviya zûtir aramî bihata.''

GEL VEGERIYA

Silêman got ji bo ku bajar ji nû ve were avakirin wan gelek ked dane, bi hezaran şêniyên bajêr ku ji ber zilm û zordariyê şûnwarê xwe berdabûn vegeriyane.

Silêman dibêje bi tevlêbûna gel û baweriyên herêmê 25'ê  Cotmeha 2018'an Rêveberiya Sivîl ava kirine û 1'ê Mijdara 2018'an Meclîsa Rêveber a ji 13 komîteyan ava kirine. ''Baweriya bi hev a gel û rêveberiyê. Me bi vê di demeke kin de bajarê xwe ava kir. Em dikarin bibêjin ku niha yek ji bajarê ewle yê Sûriyê Tebqa ye.''

AVAKIRINA JIYANA HEVPAR

Silêman herî  dawî got wan bi pergala ku danîne çanda jiyana hevpar a gel û baweriyan dîsa zindî kiriye û domand, ''Li ser mijara jiyana hevpar tecrûbeyên me yên bi hezaran salan hene. Lê rêveberiyên heta niha her demê xwestin ku vê ji holê rakin. Lê em li vir bi pergala ku me daniye derbeke mezin li vê planê daniye.''