Li Siwêrê 5 çete hatin kuştin

Li Siwêrê şer dijwar bû. 5 çete hatin kuştin û cebilxaneya çeteyan jî kete destê şervanên QSD’ê.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji şevê din ve li bajaroka Siwerê ya dikeve bakurê rojhilatê Dêrazorê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû dide. Di heman demê de nîvê bajarokê ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin.

Di encama vî şerî de 5 çete hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê şervanan. Her wiha mîktarek  cebilxane,  doçkayek (12,5mm),  BKC’yek, 5 klaşnîkov, topavêjeke RBG û du laserk ketin destê şervanan.

Li bajarok şer bi dijwarî didome.