Li Sirîna Kobanê ji bo piştgiriya gerîla meşek hate kirin

Li navçeya Sirînê ya Kobanê ji bo gerîlayên li Herêmên Parastiyên yên Medyayê li ber xwe didin, meşek hate kirin.

Meclisa navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê meş organîze kir. Bi sedan şênî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Meş ji deriyê ketina navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên "Bijî berxwedana her sê azadîxwazan" hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li qada şaredariyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Şaredariya Sirînê Mustefa Muslim wiha axivî "Em li vir in da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku berxwedan jiyane û serkeftin a QSD’ê ye."

Mustefa Muslim biryara Emerîkayê li dijî fermandarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan şermezar kir û tekez kir ku bi saya wan kesan teror têk çû.

Muslim destnîşan kir ku terora rast dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ku avê ji ser zarok û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dike.

Tê payîn ku sibe meclisa navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê jî meşekê li dar bixe.